Li Qoserê bi hezaran kes ji bo Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê meşiyan

5 demjimêr berê
Dîmenê daxuyaniyê\ Wêne û Vîdeo: Torên Civakî
Dîmenê daxuyaniyê\ Wêne û Vîdeo: Torên Civakî
Nîşan Mêrdîn Qoser Taxa Şêx Meqsûdê Taxa Eşrefiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qosera Mêrdînê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina êrişên komên çekdar ên hikûmeta Sûriyeyê yên li ser taxên Kurdan ên li Helebê meşiyan.

Bi hezaran kes li Meydana Azadiyê kom bûn û bi pankart û dowîzên piştgiriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi Parka Mehmet Sincar ve meşiyan.

Berî daxuyaniyê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê rêz hate girtin.

"Kurdan nîşanî cîhanê da ku aştîxwaz in"

Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Qoserê Halît Karahan di daxuyaniyê de got:

"Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê nîşanî hemû cîhanê da ku ew aştîxwaz in û demokrasiyê dixwazin. Li Rojava gel bi hev re dijîn û heta niha ji bo parastina xwe nebe, kevirêk jî neavêtine serê kesî.

Dema ku li hemû Sûriyeyê alozî hebû, li Rojava gel di nav aramî û aştiyê de dijiyan. Em ji vir silavên xwe ji berxwedêrên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê re dişînin."

"Em gelê xwe yê li Rojava bi tenê nahêlin"

Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrdînê Nîhat Gokalp jî diyar kir ku gelê Kurd li Rojava li dijî wan kesên ku bûbûn belayê serê cîhanê (DAIŞ) têkoşîneke qehremanane da.

Gokalp di berdewamiyê jî de got,"Hêzên serdest û emperyalîst naxwazin Kurd li ser axa xwe bibin xwedî maf.

Naxwazin Kurd, Ereb û Suryanî bi hev re bijîn lê gelê Kurd êdî biryardar e û dê di vî sedsalî de bedela wê çi dibe bila bibe azadiya xwe bi dest bixe.

Divê dost û dijmin zanibin ku em gelê Kurd, gelê xwe yê li Rojava bi tenê nahêlin. Kurd yek beden, yek nasname û yek ziman in."

Banga ji bo Erdogan: Çavên xwe ji komkujiyê re negire

Gökalp bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û bangî Recep Tayyîp Erdogan kir û got:

 "Li Tirkiyeyê pêvajoyeke aştiyê heye û bi Birêz Ocalan re hevdîtin tên kirin. Divê li gorî ruhê vê pêvajoyê tevger were kirin.

Divê dewleta Tirkiyeyê çavên xwe ji komkujiya keç û xortên Kurd re negire."

"Em dê şaristaniya demokrasiyê ava bikin"

Endamê Meclisa DBPyê Abdullah Yaman jî helwesta hêzên gerdûnî, bi taybetî ya Fransa û Amerîkayê şermezar kir.

Yaman bal kişand ser îdiayên "Îsraîla Mezin" û got, "Berî 100 salan digotin 'dê Ermenistanê ava bikin', îro jî bi derewa 'dê Îsraîla Mezin ava bikin' dixwazin Kurdan di komkujiyan re derbas bikin.

Bila ew kesên xwe nezan zanibin ku em dê şaristaniya demokrasiyê ava bikin û baxçeyên gulan biçînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst