Lahûr Şêx Cengî dê were darizandin: Tohmetên li ser wî çi ne?

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Lahûr Şêx Cengî Silêmanî Darizandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, sibe Lahûr Şêx Cengî li Dadgeha Silêmaniyê dê were darizandin.

Çavkaniyekî ji dadgehê jî anî ziman, "Dadger dê biryarê li ser madeyên yasayî bide."

Çavkaniyekî taybet ji Dadgeha Silêmaniyê ji Rûdawê re ragihand ku dema darizandinê wekî sibe demjimêr 10:00 hatiye diyarkirin.

Derbarê madeyên yasayî yên ku Lahûr Şêx Cengî dê pê were darizandin de, çavkaniyê Rûdawê got:

"Tohmetên ku li wî hatine kirin heman ew tohmet in ku destpêkê pê hatibû girtin.

Ew jî kuştina bi zanebûn û plankirina karên têkderane ne."

Çavkaniyê her wiha eşkere kir, sibe di dema rûniştinê de dadger dê biryara dawî bide ka gelo dê her bi wan du tohmetan were darizandin yan dê madeyên yasayî werin guhertin.

Dosye naçe Hewlêrê

Li ser îhtimala veguhastina dosyayê ya Dadgeha Hewlêrê yan bajarekî din, çavkaniyê nava Dadgeha Silêmaniyê ew gotegot red kirin û da zanîn:

"Tiştekî wiha nîne û çênabe, çimkî gilî li Silêmaniyê hatiye tomarkirin û ti hincetên yasayî ji bo veguhastina dosyayê nînin."

Şeva 22yê Tebaxa 2025an, hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê ku ji Dijî Teror, Asayîş û Komandoyê pêk dihatin, piştî ku Lahûr Şêx Cengî razî nebû xwe radest bike, êrişî Otêla Lalezarê kiribû.

Piştî şerê 3 demjimêran, Lahûr Şêx Cengî, birayê wî Polad û endamên hêza çekdar a Lahûr Şêx Cengî ya bi navê "Hêza Dûpişkê" hatibûn girtin.

Pişt re Dezgeha Asayîşê ya Herêmê - Silêmaniyê îfadeyên çend kesan belav kiribû û wan gotibû ku bi fermana Lahûr Şêx Cengî plana kuştina Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî hatiye dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst