Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Mafên Mirovan diyar kir ku Lahûr Şêx Cengî gotiye “Li zîndanê şkence li min nehatiye kirin.”
Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan çû cem Serokê Eniya Gel Lahûr Şêx Cengî û hinek girtiyên din ên li Silêmaniyê.
Desteya Mafên Mirovan ragihand ku Lahûr Şêx Cengî gotiye, "tenduristiya min baş e" û "ti cure tundî û şkence li min nehatiye kirin."
Li gorî daxuyaniya Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê, şandeyeke wan a payebilind bi fermana Seroka Desteyê Dr. Muna Yaqoyê çûye Silêmaniyê.
Armanca sereke ya serdanê, şopandina rewşa girtiyên bûyerên dawî yên li Silêmaniyê bû.
Şandeyê li Girtîgeha Kanî Gomeyê ya Silêmaniyê Lahûr Şêx Cengî ziyaret kiriye û ji nêz ve pê re axiviye da ku li ser rewşa wî ya tenduristiyê, cihê mana wî û rêkarên yasayî lêkolînê bike.
Lahûr Şêx Cengî di hevdîtinê de teqezî li ser wê yekê kiriye ku tenduristiya wî baş e û li jûreke taybet dimîne û hemû pêdiviyên wî hatine dabînkirin.
Li gorî daxuyaniya Desteyê, Lahûr Şêx Cengî her wiha amaje bi wê yekê jî kiriye ku ew bi rêya pêwendiyeke vîdeoyî bi malbata xwe re axiviye û piştî ku pirtûk xwestine, Asayîşê komek pirtûk ji wî re birine.
Lahûr Şêx Cengî ragihandiye ku di dema desteserkirin û birina wî de, ti cure tundî û şkence lê nehatiye kirin.
Her wiha di dema lêpirsînan de ti kamera û amûrên tomarkirinê nehatine bikaranîn û îfadeyên bi zorê jê nehatine standin.
Lahûr Şêx Cengî derbarê aliyê yasayî û siyasî yê dosyeya xwe daxwaz kiriye ku dosyeya wî di rêya xwe ya yasayî û asayî de biçe û di heman demê de ji Desteya Mafên Mirovan xwestiye ku bi berdewamî çavdêriya dosyeya wî bikin.
Ji aliyê din ve, wî eşkere kiriye ku wî berê nûnerên Amerîka, Brîtanya û Fransayê û her wiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser egera rûdana van bûyeran agahdar kiribûn.
Şandeya Desteya Mafên Mirovan ne tenê Lahûr Şêx Cengî dîtiye, bi hinekan ji wan 162 kesên din re jî civiyaye ku wekî endamên hêzên wî hatine desteserkirin.
Li gorî agahiyên Asayîşê, di encama bûyeran de 5 kes ji her du aliyan hatine kuştin.
Girtiyên din jî diyar kiriye ku cihê wan guncav e û rastî tundiyê nehatine.
Desteya Mafên Mirovan teqezî li ser wê yekê kir ku mafê Lahûr Şêx Cengî ye parêzerên xwe bibîne û dê ev mijar di demeke nêzîk de were çareserkirin.
Desteyê di dawiyê de bangî xizmên wan kesên ku di van bûyeran de winda bûne kir ku herin ofîsa wan a Silêmaniyê.
Berbanga înê (22yê Tebaxa 2025an) hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê li taxa Serçinarê ya Silêmaniyê, bi ser Otel Lalezarê de girt ku cihê mana Serokê Eniya Gel Lahûr Şêx Cengî bû.
Pevçûnan sê saetan ajot û wan otel kontrol kir û Lahûr Şêx Cengî û birayê wî Polad desteser kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse