Li Kobaniyê çekdar malên Kurdan talan dikin

11-02-2026
RÛDAW
Li gundên Kobaniyê talana malên Kurdan / Wêne: Ji dîmenena hatiye girtin
Li gundên Kobaniyê talana malên Kurdan / Wêne: Ji dîmenena hatiye girtin
Nîşan Kobanî Dorpêç Talan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gel berdewamiya dorpêça li ser Kobaniyê, komên çekdar ên Şamê li gundên başûr û rojhilatê bajêr dest bi talankirin û têkdana malên Kurdan kiriye.

Piştî êrişa komên çekdar a li gundên derdora Kobaniyê, beşeke zêde ya niştecihên wan gundan neçar man ji malên xwe derkevin û koçberî nav bajêr bibin.

Aliya Qewasa ku xelka gundê Girkê yê Kobaniyê ye dibêje, çekdaran malên wan talan kiriye.

Talankirin û wêrankirin

Sewsen Dîban jî jineke din a heman gundî ye û amaje bi wê yekê dike ku komên çekdar tenê bi birina kel û pelan ranewestiyane, xaniyên wan jî xera kirine.

Emîne Dîban, bi çavên tijî hêsir behsa wê rewşê kir û got:

"Çekdaran mala me talan kir lê çima xaniyên me jî xera kirine?"

Kobanî di bin dorpêçê de ye

24 roj in Kobanî di bin dorpêçeke tund de ye.

Tevî dijwariya rewşê, bajar mazûvaniya zêdetirî 200 hezar koçberan kiriye ku li nav 70 navend û avahiyan hatine bicihkirin.

Ji ber dirêjkirina dorpêçê, niha jiyana nêzîkî 600 hezar kesên sivîl û koçber di metirsiyê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst