Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, di jûreke sar a Dibistana Rîfiyeyê de trajediyeke malwêran heye ku afirînerê wê dorpêç e.
Ev dibistan niha bûye stargeha bi dehan malbatên koçber.
Êvlîn Kawa Etoya 7 salî jî tenê yek ji wan koçberan e ku ji mal û milkê xwe bûne û rê û dirb ji wan re bûne war û sitar.
Êvlîn ne tenê bi sir û sermayê re, di heman demê de bi 8 nexweşiyên malkabmax re jî têdikoşe.
Ew bi laşê xwe yê lawaz têkoşîna man û nemanê dide.
Gundê wan Girikê ye û li rojhilatê Kobaniyê lê ketiye bin kontrola Artêşa Ereban a Sûriyeyê.
Piştî vê yekê malbata Êvlînê her tiştê xwe li pey xwe hişt û berê xwe da navenda bajarê Kobaniyê.
Lê koçberiyê bandora herî xerab li Êvlînê kir.
Koçberî ji bo wê ne tenê windakirina zaroktiya wê bû, di heman demê de birîna dermanan bû jî û jiyana Êvlînê bi wan dermanan ve girêdayî ye.
8 nexweşî di laşekî naşî de
Dayîka Êvlînê Înas Besrawî Cemoyê bi çavên tijî hêstir ji Rûdawê re qala rewşa keça xwe kir.
Înas Cemoyê diyar kir ku Êvlîn di nava êşeke gelekî giran de ye.
Li gorî raporên bijîşkî, ev zaroka 7 salî bi van nexweşiyan dinale: Kêmbûna zêde ya parastina laş, pirsgirêka mezinbûnê, nexweşiya sîlyakê (hesasiyeta genim/Gluten Sensitif Enteropati), mezinbûna fatereşkê, mezinbûna kezebê, pirsgirêka bihîstinê, pirsgirêka dîtinê û nexweşiya dil.
"Zêdetirî 3 mehan e dermanên wê hatine birîn"
Êvlînê Beriya koçberiyê her meh li Şamê derman û vaksînên (derzî) xwe yên taybet werdigirtin.
Lê niha dorpêça li ser Kobaniyê û girtina rêyan rewş zehmet kiriye.
Her wiha hejariya malbatê jî bûye sedem ku ev 3 meh in ti derman negihîşitine destê wê.
Înas Besrawî Cemoyê anî zimên: "Jiyana keça min di metirsiyeke mezin de ye. Em nikarin mesrefên dermankirinê peyda bikin.
Her roja ku diçe Êvlîn li ber çavên min dihele. Ez dixwazim dengê min bigihe hemû cîhanê."
Dayîka Êvlînê destnîşan kir ku berê dema keça xwe dibir Şamê 800 dolar xerciya bijîşk û pişkinînan dikir û wê gelek caran ev pere jî deyn dikir.
Bangî Serok Barzanî kir
Hemû derî li ber dayîka Êvlînê hatine girtin. Wê niha bi hêviyeke mezin çavên xwe zivirandine Herêma Kurdistanê.
Înas Cemoyê bi rêya Rûdawê bangî Serok Mesûd Barzanî û Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kir û got:
"Ez bangî Serok Barzanî dikim, ez bangî Dezgeha Barzanî dikim. Destê alîkariyê dirêjî keça min bikin.
Daxwaza min tenê ew e ku Êvlînê veguhêzin Herêma Kurdistanê. Ez bawer dikim ku dê li wir bijîşkên pispor karibin keça min ji mirinê rizgar bikin."
Kobaniyê di bin dorpêç û bêderfetiyê de ye
Niha bajarê Kobaniyê di bin dorpêçeke giran de ye. Kel û pelên bijîşkî û derman li bajêr gelekî kêm in.
Pêwîstiya nexweşên wekî Êvlînê bi çavdêriya taybet û dermanên biha heye. Ji bo wan her saetek wekî sedsalekê derbas dibe.
Çîroka Êvlînê rûyê herî tehl ê şer û koçberiyê ye.
Ew niha li pişt dîwarên sar ên dibistanekê, li benda destê alîkariyê ye da ku careke din li jiyanê vegere.
#VÎDEO - Dorpêça li ser Kobaniyê çend trajediyên nû afirandine❓
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 23, 2026
🛑 Êvlîn tenê 7 salî ye lê ew ji ber nexweşiyên malkambax dinale
🛑 Dayîka Êvlînê hawara xwe dibe Serok Barzanî#Rojava #Kobanî pic.twitter.com/Z5O89WYhzs
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse