Hasan Ozguneş: PKK dê xwe fesix bike lê şert û mercên wê hene

11-05-2025
RÛDAW
Hasan Ozguneş û Dildar Herkî\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Hasan Ozguneş û Dildar Herkî\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hasan Ozguneş Kongreya PKKyê Pêvajoya Çareseriyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê HDPyê Hasan Ozguneş diyar kir ku PKKyê kongreya xwe li dar xistiye û amaje bi wê kir ku PKK dê xwe fesix bike lê dê şert û mercên wê jî hebin

PKKyê 9ê Gulanê eşkere kir ku wê 12emîn kongreya xwe bi awayekî serkeftî li dar xistiye.

PKKyê li ser kongreyê got: “Kongreya 12emîn a PKK di navbera 5-7ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî hate lidarxistin. Kongre bi beşdariya delegeyên ku hemû qadên kar temsîl dikin, li du qadên cuda paralelî hev hate pêkanîn."

Tê pêşbînîkirin ku PKK encamên kongreyê eşkere bike û piştî wê jî pêvajoya çekberdana PKKyê dest pê bike.

Parlamnter Hasan Ozguneş bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê û li ser kongreya PKKyê û pêvajoyê bersiv da pirsên pêşkeşkarê Rûdawê Dildar Herkî.

"Divê Ocalan bilez were berdan, ev xala serekî ye"

Ozguneş eşkere kir ku li ser mijara kongreyê ti zanyarî li cem wan nînin û wiha got:

"Em çi bêjin dê ne li ser agahiyan, dê li ser pêşbînî û texmînan bin.

Dewlet û Hikûmeta AK Partiyê her tim dixwest ku PKK xwe fesix bike û şerê çekdarî bisekine.

Birêz Ocalan jî di banga xwe de ev destnîşan kiribû û gotibû bila PKK kongreya xwe pêk bîne û xwe fesix bike, bi awayekî demokratîk bingeha siyaseta demokratîk ava bike."

Ozguneş amaje bi pirsgirêkên ku piştî biryara xwefesixkirinê derdikevin kir û wiha pê de çû:

"PKK xwe fesix jî bike dê çek çawa bên danîn? Pêwîst e şert û mercên danîna çekan bên avakirin.

Rêveberên PKKyê dê biçin ku derê?

Ew dê li ku derê bi cih bibin? Ew kesên ku bên malên xwe, dê li gorî kîjan yasayê bên dadgehkirin?

Ji van re dem lazim e. Ev dê di paşerojê de zelal bibe.

Tişta esasî ew e ku PKK xwe fesix bike û bêje, 'ez êdî şer nakim', ev di bernameya wan de heye. Em ji banga Abdullah Ocalan jî dizanin."

"Bîrdoziya PKKyê dê berdewam bike"

Li gorî Ozguneş, bîrdoziya PKKyê dê her berdewam bike û go, "Ew dê di paşerojê de bi awayekî aktîf di nav siyasetê de cihê xwe bigirin.

Em niha nizanin bê ka dê bi kîjan navî partiyekê ava bikin.

Bîrdozoya PKKyê dê di nav gelê Kurd de, di nav saziyan de û di nav pergalên cuda de dê berdewam bike. Heta Pirsgirêka Kurd çareser nebe, siyaset dê berdewam bike."

"Divê yasayên demokratîk bên derxistin"

Parlamenterê berê bal kişand ser pêwîstiya avakirina çarçoveyeke yasayî ya ji bo çareseriyê û got:

"Heta niha dewletê xwe zelal nekiriye. Ji bo aştiyê pêk were divê hin yasa bên derxistin.

Pêwîst e ji hemû partiyan komîsyonek were avakirin. Girtiyên nexweş divê zûda bên berdan. Siyasetmedarên Kurd ên di girtîgehan de ne divê bilez bên berdan.

Meseleya zimanê Kurdî ye, meseleya rêveberiyên xweser in, divê xala xweseriya şaredariyan were qebûlkirin.

Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê duyem û ji dibistana seretayî heta zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê."

"Divê Ocalan bilez were berdan"

Ozguneş anî zimên ku xala herî girîng berdana Abdullah Ocalan e û got, "Divê bi awayekî bilez Rêzdar Ocalan were berdan, ev xala serekî ye. Girtiyên nexweş dîsa divê bilez bên berdan.

Hevalên me 30 salan di girtîgehê de mane, ji ber ku nabêjin em 'poşman in', girtîgeh salek-2 salên din jî wan di girtîgehê de dihêle."

"PKK heta hin tiştan mîsoger neke, nabêje werin çekên me bigirin"

Parlamenterê berê yê HDPyê Hasan Ozguneş bi bîr anî ku ji bo bidestxistina aştiyê, wê çareseriyeke mayînde pêwîst be û wiha domand:

"Em dibêjin divê Pirsgirêka Kurdan bê çareserkirin. Ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan jî lazim e yasayên demokratîk bên derxistin.

Ev bi nijadperestiyê naçe serî. Ev 100 sal in em dibêjin divê dewleta Tirkiyeyê demokratîk bibe.

Gelê me zana bûye, partiyên siyasî zana ne, rêberên siyasî hene.

i gorî texmîna min, heta ku PKK hin tiştan wekî meseleya azadiya Ocalan, meseleya girtîgehan mîsoger neke, hema wisa bi hêsanî nabêje, 'ka werin çekên me kom bikin û em dê biçin malên xwe, em xwe hewaleyî wîjdanê we dikin', ez ji vê bawer nakim.

Ev 50 sal in ez di nava siyaset û saziyan de dixebitim. Ez bawer nakim hema her tişt bi erzanî çêbibe."

Ozguneş diyar kir ku dê hinek tişt ji raya giştî re hêdî hêdî bên eşkerekirin û pê de çû:

"Birêz Ocalan û dewlet diaxivin û bingehek tê çêkirin û her tiştî par ve nakin. Ji ber ku ev sed sal in nijadperestî dijî Kurdan hatiye kirin.

Ji bo kîndariya li hemberî PKK û Kurdan, dê hinek tişt hêdî hêdî ji raya giştî re bê eşkerekirin."

"Ne PKK ne jî Kurdan dev ji doza xwe bernedaye"

Parlamenterê berê yê HDPyê Ozguneş bersiv da hin rexneyên li ser xwefesixkirina PKKyê jî û got:

"Ne PKKyê ne jî Kurdan dev ji doza xwe bernedaye. Heger em Kurdên Bakur bêjin 'me dev ji doza xwe berdaye' jî gelê me yê Başûr û Rojava û Rojhilat vê qebûl nake.

Gelê Kurd êdî bûye yek. Hestên Kurdan, ruhên Kurdan bûye yek, bila her kes bizanibe em wisa bi erzanî dev ji xwe bernadin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst