Karayilan li ser pêvajoyê peyameke nû da

15-08-2025
RÛDAW
Nîşan Murat Karayilan PKK Abdullah Ocalan Pêvajo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji birêveberên PKKyê Murat Karayilan komîsyona ku ji bo pêvajoya çareseriyê li parlamentoyê hatiye avakirin wekî "gaveke girîng" bi nav kir û diyar kir ku ew bi Ocalan bawer in.

Karayilan got, “Em bi awayekî stratejîk û ji dil nêzîkî vê pêvajoyê dibin. Eger aliyê hember jî bi vî rengî nêzîk bibe û baweriyê bide, eger yasayên ku baweriyê didin werin derxistin, wê demê em dê berpirsyariya xwe bi cih bînin.”

Murat Karayilan di çalakiya ku ji bo "salvegera çalakiyên yekem ên çekdarî yên PKKyê" hat lidarxistin de axivî.

Karayilanê ku derbarê pêvajoya aştiyê de peyam da, got ku "pêvajo bi gavên yekalî bi ser nakeve."

Karayilan komîsyona ku li Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo pêvajoyê hatiye avakirin wekî gaveke girîng nirxand û got:

"eger yasayên ku baweriyê didin werin derxistin, PKK dê hemû erkên ku dikevin ser milê wê bi cih bîne."

“Em dê berpirsyariya xwe bi cih bînin”

Karayilan wiha axivî, “Niha li Parlamentoya Tirkiyeyê komîsyon hatiye avakirin.

Bê guman ev gaveke girîng e. Divê rayedarên dewleta Tirk vê rastiyê li ber çavan bigirin.

Eger di vê serdema dîrokî de, di vê mijarê de bi rastî gav werin avêtin, dê pirsgirêka Kurdan a sed salî ya bingehîn çareser bibe û di navbera gelên Kurd û Tirk de biratiyeke rasteqîn dê bi pêş bikeve.

Ji bo çareseriya bingehîn a pirsgirêkê û bipêşketina aştiyeke mayînde, teqez divê di vê mijarê de nêzîkatiyên têrker bi pêş bikevin.

Em di vê mijarê de bi awayekî stratejîk tevdigerin. Li cem me nêzîkatiya taktîkî û hîle nîne.

Em ji dil bi Rêber Apo (Ocalan) bawer in, em bi awayekî stratejîk û ji dil nêzîkî vê pêvajoyê dibin.

Bê guman em tedbîrên xwe jî digirin lê nêzîkatiya me bi vî rengî ye.

Eger aliyê hember jî bi vî rengî nêzîk bibe û baweriyê bide, eger yasayên ku baweriyê didin werin derxistin, wê demê em dê berpirsyariya xwe bi cih bînin.

Ji bo ku li Tirkiyeyê komareke demokratîk bi pêş bikeve, em dê hemû erkên ku dikevin ser milê me bi cih bînin. Em tevlî komara demokratîk dibin.”

Karayilan banga Ocalan bi bîr anî û got, “Em bi banga Rêber Apo ya 19ê Hezîranê ve jî girêdayî ne. Ji bo ku pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk bi ser bikeve em dê tiştê ku dikeve ser milê me bikin. Lê kevoka aştiyê bi baskekî nafire. Ji bo ku kevok bifire divê du baskên wê hebin.”

“Nayê qebûlkirin ku Ocalan li Îmraliyê bimîne”

Karayilan diyar kir ku divê Ocalan were berdan û wiha pê de çû:

“Bê guman yasayên entegrasyona demokratîk û azadiyê girîng in. Lê eger tenê wekî yasayên çekdanîn û vegera gerîla bên dîtin, dê kêm bimînin.

Divê Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve were azadkirin. Ji bo derxistina vê yasayê divê li ser were sekinandin.

Eger wisa nebe, nayê qebûlkirin. Ev gotin ne tenê gotina me fermandar û rêveberan e. Ev gotin, gotina hevpar a hemû şervan û gerîlayan e.

Dê ji bo gerîla yasa derkeve, gerîla dê çekan deyne, bi azadî vegere û Rêber Apo jî dê li Îmraliyê girtî be. Ev nayê qebûlkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst