Li Sêwazê minîbus wergeriya: 13 kes birîndar bûn

11-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gurunê ya Sêwazê minîbusek wergeriya û di encama bûyerê de 13 kes birîndar bûn.

Minîbusa ku şofêrê wê F.T. û plaqeya wê 34 ADD 138 e li ser rêya Kangal-Gurunê li nêzîkî gundê Konakpinarê wergeriya.

Di bûyerê de şofêr û 12 kesên di minîbû de birîndar bûn.

Cendirme, ekîbên tenduristiyê û AFADê çûn cihê bûyerê.

Birîndar bo nexweşxaneyên Kangal û Gurunê hatin veguhestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst