Şivan Perwer: Guh nedin xirabkaran û niha dema aştiyê ye

11-06-2025
RÛDAW
Nîşan Şivan Perwer Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermend Şivan Perwer li ser pêvajoya çareseriyê got, “Guh nedin xirabkaran û niha dema aştiyê ye.”

Hunermendê Kurd Şivan Perwer li ser hesabên xwe yên torên civakî vîdeoyek belav kir û bi zimanên Kurdî, Tirkî û Almanî daxuyaniyek nivîsî.

Şivan Perwer di parvekirina xwe ya ku strana wî ya "Yar Merheba" lê dide de anî ziman:

“Baweriya xwe bi rojên çêtir bînin û hêviya xwe winda nekin. Guh nedin mirovên xirabkar û her tim neyînî. Kurdistan ne wekî Kurdistana 100 sal berê ye.

Li welatê me şaristanî û çandeke aştiyê derketiye holê. Xwestek û hesreta aştiyê tenê ji bo mirovên bihêz mimkun e.

Em bihêz in. Me îsbat kiriye ku em ê li vê herêma ku em ji bo nefesgirtinê mirine, her û her bijîn.

Niha dem dema wê ye ku em ji bo jiyaneke aştiyane bi hemû gelan re hewl bidin da ku zarokên me aştiyanetir bijîn.

Divê stranên me ji her demê bêtir ji bo aştiyê bin.

Ji bo aştî û jiyana aştiyane bi gelên cîranên me re.”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 22yê Çiriya Pêşîn a 2024an di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de got ku divê Ocalan daxwazê ji PKKyê bike ku çekan deyne.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 9ê Gulanê diyar kir ku li ser banga Abdullah Ocalan wan awayekî serkeftî 5-7ê Gulanê kongreya xwe pêk aniye.

PKKyê 12 Gulanê piştî 41 salan ji xebata çekdarî biryar da ku xwe fesix bike û çekan deyne lê pêvajo hîn neketiye qonaxa pratîkî.

PKKyê biryarên Kongreya 12an ku bi beşdariya 232 endaman pêk hatibû eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst