Hewlêr (Rûdaw) - Îro komeke ji 30 gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku Hevseroka Konseya Birêvebir a KCKyê Besê Hozat jî di nav de bû çekên xwe şewitandin.
Di merasîma ku li Şikefta Caseneyê ya di nava sînorên parêzgeha Silêmaniyê hat lidarxistin de gerîlayan çekên xwe şewitandin.
Hevseroka Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat ji Hikûmeta Tirkiyeyê daxwaza çend gavan dike.
Besê Hozatê ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re ragihand:
“Em amade ne û dixwazin vegerin Tirkiyeyê da ku siyaseta demokratîk bikin û têkoşîna xwe ya ji bo azadî û demokrasiyê bidomînin.”
Hevseroka Konseya Birêvebir a KCKyê Besê Hozatê got:
“Divê dewleta Tirkiyeyê mafê beşdariya siyaseta demokratîk bide me.
Eger Tirkiye gavên berbiçav biavêje, yasayan derxe û reformên yasayî yên bingehîn bike, em dê vegerin Tirkiyeyê û beşdarî siyasetê bibin.”
Besê Hozatê her wiha hişyarî da ku bêyî garantiyên yasayî û destûrî, vegera wan dê zehmet be û ragihand:
“Eger rêkeftineke yasayî û destûrî nebe, em dê yan bên girtin yan jî bên kuştin.
Divê vegera gerîlayên PKKyê ya ji bo Tirkiyeyê were garantîkirin.”
Besê Hozatê her wiha anî zimên:
“Misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi rêya garantiyên yasayî tiştekî bingehîn e.
Ev mercê me yê sereke û daxwaza me ya yekem e.
Bêyî vê bipêşketinê zehmet e ku pêvajo bi serkeftî bidome.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse