Hewlêr (Rûdaw) - Besê Hozatê got, “Pênasekirina vê pêvajoyê weke 'pêvajoya Tirkiyeyeke bêteror' ku ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye diyarkirin gelekî şaş e. Em vê îfadeyê û vê pênaseyê red dikin. Navê vê pêvajoyê zelal e: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e.”
Hevseroka Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat li ser mijarên li rojevê ji Medya Haber TVyê re axivî.
“Dê destpêkê bibêjin 'Ez Kurmanc im, Kirmanc im’”
Besê Hozat derbarê polîtîkayên li ser Kurdên Qizilbaş got:
“Rêber Apo dibêje bi destê Îttîhat Terakkiyan Elewîtiyeke nerast hate nivîsandin, bi taybetî 100 sal in, 150 sal in, li ser vê yekê hewl hat dayin ku Elewîtiya Kurd bê asîmîlekirin.
Hewl dan bikin Tirk. Ev nirxandin gelekî rast e. Teqez bi vî rengî ye. Ez ji zarokatiya xwe jî zanim. Dayik, bavê min jî bavê sala 1921ê, dayika min sala 1930î ji dayik bû.
Dema ku Terteleya Dersimê qewimî bavê min zewicî ye, 3 zarokên wî hene, 3 zarokên wî, hevjîna wî.
Bavê wî yanî kalikê min di Terteleya Dêrsimê de tê qetilkirin. Tertele, beriya Terteleyê baweriya Elewî, çanda Kurdîtiyê hîn bêhtir xurt e û gelekî zêde di vê astê de nehatibû asîmîlekirin.
Em bi wê çandê mezin bûn. Em bi wê çanda Kurd, Elewî mezin bûn. Ji ber vê yekê dikarim bi hêsanî vê bibêjim, li Dêrsimê ji extiyaran bipirsin, dê destpêkê bibêjin 'Ez Kurmanc im, Kirmanc im. Wê bibêje zimanê min Kirmancî ye'.
Piştî Terteleya Dersimê, piştî qirkirinê nasnameya Elewîtiyê dan pêş, sereke kirin. Xistin rewşeke welê ku bidin pêşiya nasnameya neteweyî. Niha tu ji kê bipirse, wê destpêkê nasnameya Elewîtiyê bide pêş.”
Pêwendiyên Kurd û Cihûyan
Wê bal kişand ser pêwendiyên Kurdan û Cihûyan û biland:
“Di dirêjahiya dîrokê de eleqeya Cihûyan a li hemberî gelê Kurd gelekî bi pêş ketiye. Wan her tim girîngî daye têkiliyên bi Kurdan re.
Heta hinek çavkaniyên Cihûyan jî dibêjin ku qewmekî wan ê windabûyî heye û diyar dikin ku ev qewm Kurd-Cihûyî ne.
Di dîrokê de behsa vê yekê tê kirin. Ma qey Kurdên Cihû nînin? Helbet hene. Bi taybetî li Mûsil, Başûr û Colemêrgê dijîn. Mîna gelek gelên din, di nava Kurdan de jî civakên Cihûyan hebûne.
Bi taybetî di têkoşîna li dijî dîktatoriya Sedam de li Başûrê Kurdistanê Cihûyan ji bo pêvajoya federasyonê piştgiriyeke mezin dane Kurdan. Vê rastiyê em nabêjin, dîrok dinivîse. Rastî ev in.
Kurd li herêmê hêzeke stratejîk in. Kîjan hêz bi Kurdan re têkiliyê xurt bike, tifaqê bike û eleqedar bibe, ew li herêmê serweriyê bi dest dixe.
Ji aliyê hêzek bingehîn û stratejîk a herêmê ve, têkiliyên stratejîk û hevpeymaniyên ku bi Kurdan re hatine avakirin roleke diyarker dilîzin.
Niha her kes vê rastiyê dibîne. Tirkiye jî vê rastiyê nîqaş dike. Ma qey nîqaş nake? Nîqaş dike. Yek ji sedemên vê pêvajoyê ew nîqaş in.
Aliyekî pêvajoya aştî û civaka demokratîk jî ew e. Li ser vê Îsraîl, Ereb û Fars jî nîqaş dimeşînin.
Têkiliya Kurd û Farsan jî gelek kevnar û dîrokî ye. Têkiliya Kurdan bi Tirkan re jî xwe dispêre hezar salî.
Têkiliya bi Cihûyan re xwe dispêre bi hezaran salan. Niha dema ku Rêbertî vê rastiyê bi siyaseta rojane re digire dest û dinirxîne çima rastî ew qas nerazîbûn û bertekên mezin tên? Ev yek nerast e. Divê rast û bi awayekî rasyonel nêzî dîrokê bêkirin. Divê bi awayekî diyalektîk nêzîkatî çêbibe. Divê bi sosyolojiya dîrokî nêzîkatî çêbibe. Di vê wateyê de ez her kes vedixwînim ku rasttir nêz bibe.”
Pêvajo
Besê Hozatê bertek nîşanî pênaseya bi rengê “Tirkiyeya bêteror” û anî zimên:
“Pênasekirina vê pêvajoyê weke 'pêvajoya Tirkiyeyeke bêteror' ku ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye diyarkirin gelekî şaş e.
Em bi awayekî eşkere diyar dikin ku em vê îfadeyê û vê pênaseyê red dikin. Divê ev pênase ji rojevê bê derxistin.
Navê vê pêvajoyê zelal e: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Rêber Apo 27ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir.
Ev bang bi hevkariya şandeya dewletê û bi mutabaqatên hevpar re hat bipêşxistin. Ji ber vê yekê dewlet bi xwe jî navê vê pêvajoyê weke pêvajoya aştî û civaka demokratîk qebûl dike.
Di vê rewşê de pêwîste vê pênaseya 'Tirkiyeya bêteror' ji holê rake û ji rojevê derxe. Yan na dê nîqaşên rast bi pêş nekevin û pêşketineke rast jî di pêvajoyê de bi pêş nekeve. Pêşî ez vê yekê bînim ziman.
Mijara duyemîn, bi şerê Îsraîl-Îranê re bêhtir qîmet û girîngiya vê pêvajoyê derket pêş. Herêm niha di nava dojeheke mezin de ye. Her dever pêl bi pêl dişewite.
“Dora Tirkiyeyê hatiye”
Niha jî bi Îranê re dora Tirkiyeyê hatiye. Ew nîqaş teqez rast in. Li Xezeyê, Lubnanê, Sûriyeyê û niha jî Îranê şer tê meşandin, êdî dor hatiye Tirkiyeyê.
Herêm ji nû ve tê dîzaynkirin. Ev pêvajoyeke têkildarî dîzaynkirina herêmê ye. Ji ber vê yekê divê em nîqaşên bi tendurist bikin. Pêwîst e dewlet û hikûmet jî di vê mijarê de gavên şênber bavêjin. Weke tevger, pêngavên diviya ji aliye me bê avêtin, me avêtin.
Bi her awayî me gav avêtin. Bi awayekî erênî em nêzî banga Rêber Apo bûn. Me 1ê Adarê me agirbest îlan kir.
Piştî wê me 5ê Gulanê de Kongreya 12emîn a PKKyê li dar xist. Di kongreyê de PKKyê xwe fesix kir.
Me biryara bidawîkirina şerê çekdarî girt. Niha li hemberî Tirkiyeyê me şerê çekdarî bi dawî kiriye. Em li dijî Tirkiyeyê şerê çekdarî nameşînin.
Divê Tirkiye, dewleta Tirkiyeyê li hemberî vê gavan ibavêje. Li hemberî hêzeke ku li dijî Tirkiyeyê şerê çekdarî nemeşîne, dê çi bê kirin?
Tirkiye dê bersiveke çawa bide vê pêvajoyê? Divê gavan biavêje. Ev hêz niha dibêje: 'Ez dê êdî li dijî Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî nemeşînim. Ez dê çekê bi kar neyînim.
Ez dixwazim bêm û siyasetê bikim. Dixwazim siyaseta demokratîk bimeşînim.’
Wê demê Tirkiye dê mafên siyasî yên demokratîk ên vî gelî nas bike. Wê ji bo me amadekariyên qanûnî û destûra bingehîn bike.
Dê rêziknameya qanûnî di ber çavan re derbas bike. Divê qada siyasetê bê vekirin ku kesên li dijî Tirkiyeyê çekan bi kar tînin biçin û li Tirkiyeyê siyasetê bikin. Karibin xebatên civakî bimeşînin.
Heta niha di vê mijarê de pêngav nehatine avêtin. Ev rewş bi vî rengî pêş nakeve. Ji rawestandina şerê çekdarî wêdetir çi dikare bê kirin?
“Gerîla dê çawa dakevin?”
Niha dora aliyê din e ku gavan biavêje. Divê mixatab gavan bavêje. Heta guhertinên qanûnî çênebin ma gerîla dê çawa ji çiya dakevin deştan? Dê çawa karibin li deştan siyasetê bikin? Ji bo ku di deştan de siyasetê bikin, divê sererastkirinên qanûnî û makezagonî bên kirin da ku qada siyasetê vekin û mafê tevlîbûna siyasî nas bikin da ku gerîla çeka xwe deyne û biçe nava siyasetê li deştan.
Niha 'demokrasiya çekan' tê kirin. Dibêjin, 'Baş e kongre pêk hat’ lê vê carê jî dibêjin, 'Divê PKKê çeka xwe deyne. Piştî wê em dê komîsyonekê ava bikin. Komîsyon wê dest bi kar bike.'
Ev tê çi wateyê? Ev yek nîşan dide ku niyeteke wan a cidî, zîhniyeteke wan a çareserî û siyasetê nîne.
Desthilatdariya ku bi rastî jî çareserî bixwaze, dê yekser piştî ku PKKyê dev ji şerê çekdarî berda, gav biavêta.
Di roja duyemîn de dê komîsyonek ava bikira, meclis bicivanda û dest nîqaşekê bikira. Dê qanûnên pêwîst derxista, ji bo PKKyê rêziknameyên qanûnî yên taybetî çêkira.
Dê mafê siyasetê bidaya û misogerkirina destûrî bidaya. Bi vî awayî, gerîla dê çekên xwe daniya, biçûya bajêr û tevlî siyaseta qanûnî bibûya.
Dewleteke cidî, dewleteke xwedî niyeteke baş, dewleteke xwedî zîhniyeta çareseriya pirsgirêkê, dê ev yek bikira.
Di ser 12ê Gulanê re çi qas derbas bû? Niha meha Hezîranê ye, dawiya meha Hezîranê ye, hîn jî tiştek nîne. Ev nayê qebûlkirin.”
Besê da zanîn ku divê Tirkiye nasnameya Kurdan nas bike û li pey axaftinê çû:
“Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê pirsgirêka Kurdan li ser bingeha demokratîk bê çareserkirin. Divê nasnameya Kurdan bê naskirin.
Nasnameya Kurdan bi destûra bingehîn divê bê ewlekirin. Hebûn, nasname, qada siyasetê, qada siyaseta demokratîk heta dawiyê divê bê naskirin.
Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê pêk were. Divê Rêber Apo karibe siyasetê bike. Divê pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi rê ve bibe, bimeşîne û di wan nîqaşan de jî ev hebû.
Bi rastî jî partiya li mixalefeta bingehîn Partiya Gel a Komarî (CHP) divê bi xurtî xwedî li vê pêvajoyê derkeve, bi rengê herî xurt û çalak beşdarî pêvajoyê bibe.
“Gaveke şênber nehatiye avêtin”
Wê awayê pêvajoya herî jî van van gotinana nirxand:
“Di halê hazir de hîn jî gaveke şênber nehatiye avêtin. Em nikarin bibêjin ku bi temamî xitimî ye lê belê em nikarin bibêjin ku di rêya xwe de jî dimeşe.
Pêvajoyeke welê heye ku bi lawazî, bi têkoşîn, hewldana derdorên demokratîk, Kurdan, bi taybetî jî tevgera azadiyê dimeşe. Bi taybetî bi ked û hewldana mezin a Rêber Apo pêvajo heye.
Naxwe di rewşa heyî de nêzîkatiya desthilatdariyê ne ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye.
Dibêje, 'PKK dê dev ji çekan berde, dê were teslîm bibe'. PKK bi vê nêzîkatiyê ne çekan datîne, ne jî teslîm dibe. Em van, rojevên bi vî rengî, nirxandinên bi vî rengî bi tundî rexne dikin, red dikin. Ev desthilatdarî dê cidî be.
“Ev agir dê bi Tirkiyeyê jî bikeve”
Herêm niha bûye mîna dojehê. Ev agir dê bi Tirkiyeyê jî bikeve. Ji bo Tirkiye xwe ji vê yekê rizgar bike yekane rê ew e ku bi Kurdan re tifaq û têkiliyeke stratejîk deyne.
Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan e, demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Qebûlkirina hemû derdorên li Tirkiyeyê li ser bingeha mafên welatîbûna azad e.
Di rewşeke berevajî de felaketeke mezin li benda Tirkiyeyê ye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse