DEM Partî: Biryara vekişînê ya PKKyê îradeya herî bi biryar a ji bo aştiyê ye

27-10-2025
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Gerîlayên PKKyê\ Wêne: Rûdaw
Gerîlayên PKKyê\ Wêne: Rûdaw
Nîşan DEM Partî Pêvajoya Çareseriyê PKK Tuncer Bakirhan
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, piştî daxuyaniya PKKyê ya vekişîna ji Tirkiyeyê, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Tuncer Bakirhan biryara vekişînê wekî "îradeya herî bi biryar a li ser rêya aştiyê" û "banga herî xurt a ji bo serdemeke nû" bi nav kir.

AK Partiyê di daxuyaniyên xwe yên destpêkê de biryara vekişînê ya PKKyê bi erênî pêşwazî kir.

Piraniya aliyên siyasî di wê baweriyê de ne ku ev biryar dê destê siyasetê bihêztir bike.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, "PKKyê niyeta xwe ya aştiyê nîşanî hemû cîhanê da.

Ev biryar deriyê qonaxeke nû heta dawiyê vedike û gaveke ku derfetê dide aştî û çareseriyê ye."

Endamê Komîsyonê yê DEM Partiyê Saruhan Oluç pêngava PKKyê wekî gaveke dîrokî nirxand.

Saruhan Oluç teqez kir ku divê hikûmet û komîsyona li parlamentoyê dest bi amadekirina bingeheke yasayî û hiqûqî bikin.

Saruhan Oluç wiha pê de çû, "Divê ji bo kesên ku dixwazin vegerin Tirkiyeyê kar bê kirin.

Ji bo vegera wan û tevlîbûna wan a di nav jiyana civakî, çandî û aborî de yasa bên amadekirin.

Em hêvî dikin ku hem desthilat û hem jî mixalefet li hemberî pêvajoyê hestiyar bin."

Endamê Komîsyonê yê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen jî diyar kir ku pêwîstî bi çaksaziyên lezgîn heye.

"Em dê piştgiriyê bidin guhertinên yasayî"

Mehmet Emîn Ekmen got ku ew amade ne di mijara yasayên çaksaziyan de piştgiriyê bidin hikûmetê.

Mehmet Emîn Ekmen di berdewamiyê jî de got, "Mijara girtiyên nexweş, pirsgirêkên yasaya înfazê û gelek babetên girêdayî sîstema dadweriyê li benda çareseriyê ne.

Birêz Erdogan û Birêz Bahçelî berdewam behsa çaksaziyan dikin. Em jî dê piştgiriya wan bikin."

Piştî biryara vekişîna hêzên PKKyê ji Tirkiyeyê, Serokkomarê Tirkiyeyê dê roja 30ê mehê pêşwaziya heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst