Hewlêr (Rûdaw) – Komeke gerîlayên PKKyê li Şikefta Casineyê çekên xwe danîn.
Di merasîma îmhakirina çekan de ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk, Hevseroka Konseya Rêveber a (KCK) Besê Hozat û komeke gerîla cih girt.
Merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk bi dema Kurdistanê saet di 11:25an de dest pê kir û saet di 11:45an de bi dawî bû.
Di nava Koma Aştî û Civaka Demokratîk de Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat, Nedîm Seven, Têkoşîn Ozan û Tekîn Mûş hebûn.
30 gerîlayêm ku 15 jin, 15 jî mêr bûn, li pêşiya wan Besê Hozat û Nedîm Seven hebûn.
Bi pêşengiya Besê Hozat û Nedîm Seven koma ji 30 gerîlayan ku 15 jin, 15 mêr bûn, hat qada merasîmê.
Di destpêka merasîmê de Besê Hozat axivî û got, "Li pêşberî banga Rêber Apo ji bo helwestê diyar bikin, ji bo bersiva li wê yekê em hatin. Ji bo vê pêvajoyê bi pêş ve bibin, li hemberî înkar û îmhayê me rahiştin çekê. Em şervanên azadiyê ne. Bi banga Rêber Apo, bi banga 27'ê Sibatê û bi wesîleya biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê em vê gavê diavêjin."
Besê Hozat piştî axaftineke kurt, bi navê komê daxuyanî bi Tirkî xwend. Piştre jî Nedîm Seven bi Kurdî xwend.
Piştî ku xwendina daxuyaniyan bi dawî bû Besê Hozat careke din axivî û got, "Ji bo ev hemû dewam bikin û pêk were, pêwîstî bi sererastkirinên qanûnî heye." Besê Hozat destnîşan kir ku ji bo pêşî li pêvajoyê veke ew çekan îmha dikin.
Piştî daxuyaniyê û axaftinan di serî de Besê Hozat gerîlayan çek û rextên xwe şewitandin.
Gerîla piştî ku çekên xwe şewitandin ji herêmê çûn. Piştî ku gerîla ji qadê çûn, merasîm bi dawî bû.
#VÎDEO - 30 gerîlayan ji bo nîşandana niyetpakiyê çekên xwe şewitandin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 11, 2025
📌 Endamê Konseya Birêvebir a #KCK'yê Nedîm Seven daxuyaniya bi #Kurdî xwend 👇👇
🎙️ Nedîm Seven: Em bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin pic.twitter.com/WvqZAUgXRp
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse