Dadgeha Amedê 10 sal cezayê zindanê da parlamentera HDPê

11-09-2020
RÛDAW
Nîşan Remziye Tosun HDP PKK Dadgeha Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Amedê bi tohmeta “endamtiya rêxistina çekdarî” 10 sal cezayê zindanê li Parlamentera HDPê Remziye Tosun birî.

Li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê derbarê 47 kesan de ku di heyama qedexe û şer de li navçeya Sûra Amedê asê mabûn,  doz hatibû vekirin ku 26 ji wan kesan niha girtî ne.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun jî yek ji wan bû ku doz li ser hatibû vekirin û îro dadgehîkirina wê birêve çû.

Di rûniştina dadgehê de ku parêzerê Tosun, Muharrem Şahîn amade bû, dozger îddîa kir ku Remziye Tosun “di nav hiyerarşiya PKKê de cih girtiye, bi qestî û daxwaza xwe xebatên rêxistinî kirine” û daxwaz kir ku ew parlamentera HDPê bê cezakirin.

Parêzerê Remziye Tosun jî ew tohmet red kirin û ragihand ku ew tohmet bêbingeh in û daxwaz kir, biryara azadkirinê jiw ê dozê derbarê Tosun de bê dayîn.

Di rûniştina dadgehê de kesekî bi navê Îbrahîm Halîl Koyuncu li dijî Remziye Tosun îfade da û îddîa kir ku xwestiye 2015an beşdarî nav rêxistinê bibe û ew ji ber bûyeran mexdûr bûye. Parêzerê Tosun, Muharrem Şahîn jî got ku beyanên wî kesî rast nînin û tekez kir ku Îbrahîm Halîl Koyuncu derbarê nêzikî 100 kesan de beyan dane û ne mimkun e xwediyê ewqas zanyariyan be.

Parêzer Muharrem Şahîn amaje bi wê kir, nabe Remziye Tosun tenê bi beyanên kesekî bê cezakirin û got, Tosun “li Sûrê dimîne. Wê demê rewşa wê ya aborî ne baş bû. Nedikarî li cihek din bijî. Tê îddîakirin ku Tosun şer kiriye û endamên rêxistinê tedavî kirine. Ne asayî ye kesek xwedî ev qas hêzê be. Kesên desteserkirî derbarê wê de beyanan didin. Dîmen hene ku ew hemû jî rastî miameleyeke xerab hatine.”

Parêzerê Remziye Tosun herwiha got, “Şahidê bi navê Îbrahîm behsa beşdarbûna zarokekî 18 sava yê 18 mehî dike, lê ne mimkun e pitikekî 18 mehî beşdarî rêxistinê bibe. Ev tohmet dûrî rastiyê ne û ji ber hindê em daxwaza azadkirinê ji vê dozê dikin.”

Lêbelê heyeta dadgehê di wê rûniştinê de biryara xwe aşkere kir û bi tohmeta “endamtiya PKKê” 10 sal cezayê zindanê derbarê wê parlamentera HDPê de da û qedexeya derketina derve ya li ser wê parlamenterê dirêj kir.

Herwiha dadgehê biryar da dema ew ceza tekez bû, bi nivîsekê ji Sekreteriya Giştî ya Parlamentoyê û Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Ceza ya Wezareta Dadê re bê şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst