AMED - Saziyên sivîl bangî PKK û hikûmetê kir: Divê çek bên bêdengkirin

27-02-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Pirsa Kurd PKK Tirkiye Nahît Eren Mehsûn Korkmaz
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Platorma Parastin û Piştevaniya Bajarê Amedê bi beşdariya bi dehan nûnerên saziyên sivîl Konferansa "Ji Bo Çareseriya Meseleya Kurd Hevdîtina Civaka Sivîl" li dar xist.

Amanca vê konferansê ew bû ku saziyên beşdar banga aştiyê li PKK û Hikûmeta Tirkiyeyê bike. Wisa jî bû.

Di encama nîqaş û dabaşê de bi îmzekirina 200 nûnerên saziyên sivîl ên Amedê û bajarên din ên Kurdan encamnameyek hate amadekirin.

Encamname bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re hate eşkerekirin. Banga bêdengkirina çekan li her du aliyan hate kirin.

“Divê çek bên bêdengkirin”

Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Turanê got, “Ji bo çareserkirina pirsa Kurd careke din bi pêvajoyeke nû ya aştiyê heye.

Ji bo vê yekê jî divê çek bêne bêdengkirin. Ji bo aştiyeke mayînde û civakî, ji bo ku hemû aktor bikaribin rola xwe pêk bînin, divê astengiyên li pêşiya wan bêne rakirin û derfetên pêwîst ji bo wan bêne dabînkirin.”

Endamên platformê xwest hikûmet jî û PKK jî bersiveke erênî bide bangewaziya wan û rêya çareseriyeke aştiyane vekin.

“Divê hem operasyon hem jî êrişên PKKyê bên sekinandin”

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren wiha anî ziman, “Dema ku mirov ji bo aştî û çareseriyê dest bi xebatê dike, bi rastî divê jixwe çek neteqin.

Em dibêjin hem operasyon û hem jî êrişên PKKyê di vê pêvajoyê de gerek bêne sekinandin dema ku helbet pêvajoyeke wiha dest pê bike.”

Guleya yekemîn a PKKyê di 15ê Tebaxa 1984an de ji aliyê Mehsûn Korkmaz bi navsnavê Egîd ve hatibû teqandin.

Lê îro endamê platformeke sivîl ku navê wî jî Mehsûn Korkmaz e, dixwaze teqandina guleyan bê rawestandin û her du alî jî rêyên aştiyane bidin ber xwe.

“Divê astengiyên li pêşiya aktorên pêvajoya aştiyê rabin”

Serokê Odeya Endezyarên Avahiyan a Amedê Mehsûn Korkmaz wiha axivî:

Divê astengiyên li pêşiya aktorên vê pêvajoyê rabin û ew bikaribin erka xwe bi cih bînin.

Ya duyemîn jî divê astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî û çanda Kurdî hatine danîn hemû bêne rakirin.”

Ji sala 2015an ve cara yekem

Ji sala 2015an ve cara yekemîn e ku saziyên sivîl ên Amedê û bajarên din ên Kurdan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane civîneke evqas berfireh li dar dixin û banga aştiyê li her du aliyan dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

AK Partî li Periyê bi ser ket / Wêne: Rûdaw / Alî Haydar Gozlu

AK Partî li Periyê bi ser ket

AK Partî di hilbijartinên bajarokê Periyê yê navçeya Mêzgirê ya Dêrsimê Bakurê Kurdistanê de bi ser ket