Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ziyaret kir.
Bakirhan diyar kir ku xespkirina îradeya siyasî tunekirina nirxan e û da zanîn ku ew dê li dijî sepanên qeyûman bi CHPyê re di nava piştgiriyê de bin.
Heyeta DEM Partiyê li ber avahiya ku berê Serokatiya Bajarê Stenbolê ya CHPyê bû û niha wekî ofîsa kar a Ozel tê bikaranîn, ji aliyê Alîkarê Serokê Koma CHPyê Ali Mahir Başarir, Alîkarê Serokê Giştî Gokhan Gunaydin, Parlamenter Tahsin Becan û Serokê Bajarê Stenbolê yê CHPyê Ozgur Çelîk ve hat pêşwazîkirin.
Piştî hevdîtineke taybet, Bakirhan, Hatîmogullari û Ozel di konferanseke rojnamegeriyê de axivîn.
Tuncer Bakirhan diyar kir ku sepanên qeyûman êdî li seranserê Tirkiyeyê belav bûne û got, “Em li dijî tayînkirina qeyûman in. Em vê wekî nehiqûqiyekê dinirxînin.
Wekî partiyeke ku berê jî rastî van nehiqûqiyan hatiye, em dê li hemberî van nehiqûqiyan bi Partiya Gel a Komarî re di nava piştevaniyê de bin.
Gel tîne, gel dibe. Divê daraz di vî warî de roleke wisa nelîze.”
“Xespkirina îradeya siyasî tunekirina nirxan e”
Bakirhan anî zimên ku ew partiyeke ku nirxan diparêze û wiha pê de çû: “Em ji kevneşopiyeke ku ji bo nirxan li Tirkiyeyê berdêlê dide tên.
Xespkirina îradeya siyasî tunekirina nirxan e û li hemberî nirxan neheqiyeke mezin e.
Wekî partiyeke ku nirxan diparêze, em dixwazin diyar bikin ku em dê li kêleka nirxên wekî demokrasî û serweriya hiqûqê bin.
Em dê bêdeng nemînin. Divê desthilat demildest dev ji van sepanên nehiqûqî berde.”
Hişyariya rîskê
Bakirhan da zanîn ku welatên ku demokrasî lê tune di nava kaosê de ne û got, “Rejîmeke nedemokratîk dibe ku îro ji bo Partiya Gel a Komarî rîsk be lê sibe dê ev rejîm ji bo AK Partiyê jî bibe rîsk.
Roja din dê ji bo partiyeke din û hilbijartiyên din jî bibe rîsk. Em wekî DEM Partî têkoşîna avakirina rejîmeke demokratîk didin.”
Bakirhan bal kişand ser pêvajoyê
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û got, “Pêvajoyek dimeşe. Em jê re dibêjin pêvajoya aştiyê lê bi sepanên antîdemokratîk hewl tê dayîn ku ev pêvajo bê xitimandin.
Demokrasî û aştî ji hev nayên veqetandin. Em diyar dikin ku em dê ji bo demokratîkkirina vê komarê, di serî de bi partiyên mixalefetê re mil bi mil bimeşin û bi hev re têbikoşin.
Careke din ji endam, hilbijêr û dilxwazên Partiya Gel a Komarî re dibêjim derbasî be.”
Li aliyê din, Serokê CHPyê Ozgur Ozel jî got, “Bi van zilmên ku li me dikin, nikarin sekna me biguherin û têkoşîna me rawestînin.
Nikarin me bikin partiya mixalefetê ya majesteyên xwe, partiyeke siyasî ya ku li ser wan nebe gef û hêviya wê ya desthilatê nebe.
Em dizanin ku hewl didin îradeya partiya me lawaz bikin û bi biryarên din me ji rê derxin. Armanca wan ew e ku Partiya Gel a Komarî ji pêvajoyan dûr bixin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse