Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, dê ji bo piştgiriyê serdana Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel bikin.
DEM Partiyê îro daxuyaniyek da û ragihand ku Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan dê serdana Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel bikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hevserokên me yên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, dê sibe (11ê Îlonê, Pêncşem) saet di 15:00an de li Stenbolê serdana Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel bikin."
Hat diyarkirin ku hevdîtin dê li Ofîsa Kar a Serokatiya Giştî ya CHPyê (avahiya berê ya parêzgehê) pêk were.
DEM Partiyê, 8ê Îlonê Lijneya Birêveberiya Navendî (LRN) ya xwe kom kiribû.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê Piştî civînê daxuyanî dabû û tayînkirina Gursel Tekîn a ji bo Serokatiya CHPyê ya Stenbolê û operasyonên li dijî CHPyê rexne kiribû.
Di civînê de nêrîna, "Em bê şert û merc li dijî destwerdanên li dijî CHPyê ne û em dê bi CHPyê re di nava hevgirtinê de bin" derketibû pêş.
Her wiha di civînê de hatibû gotin ku rewşa CHPyê wekî tayînkirina "qeyûmekî eşkere" ye û ev rewş berê jî hatiye serê partiya wan lê niha bi awayekî din li ser CHPyê tê meşandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse