Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê mînîbusa rêwiyan wergeriya û yek ji wan bi giranî 17 kes birîndar bûn.
Li navçeya Arxayê ya Meletiyê mînîbuseke veguhastina rêwiyan ji ber sedemeke nediyar qulibî.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cenderme çûn cihê bûyerê.
Hat ragihandin ku di encama qezayê de şofêr û 16 rêwî birîndar bûne.
Tîman birîndar veguhastin nexweşxaneyê.
Her wiha rewşa birîndarekî giran e û metirsî berdewam e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse