Hewlêr (Rûdaw) - PJAKê ragihand ku ragihand ku gerîlayekî wan li Merîwana Rojhilatê Kurdistanê di kemîna hêzên Îranê de hatiye canê xwe ji dest daye.
Navenda Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ku baskê leşkerî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) yê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, gerîlayê bi navê Mihemed Hisên Reşîdê bi nasnavê "Azad Zagros", 23yê meha borî dema ku ji Merîwanê ber bi Başûrê Kurdistanê ve diçû, ketiye kemîna hêzên Îranê.
YRKyê ragihand ku Hêzên Îranê gule li otomobîlê reşandine û di encamê de Mihemed Hisên Reşîd û kesekî din ê nasnameya wî ne diyar e, canê xwe ji dest daye.
YRKyê diyar kir ku Azad Zagros ji ber nexweşiyê vedigeriya Başûrê Kurdistanê.
Li gorî daxuyaniyê, Azad Zagros xelkê Çemçemalê yê Başûrê Kurdistanê bûye û li herêma Merîwanê wezîfedar bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse