Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack li ser şer û pevçûnên li Siwêdayê got, "Bi dema Şamê saet ji 17:00an ve hemû alî gihîştin agirbest û rawestandina pevçûnan."
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack derbarê şer û pevçûnên li Siwêdayê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Tom Barrack ji bo rawestandina şer û pevçûna bal kişand ser rêkeftinê û got:
"Pevçûnên ku dijwartir dibin, tenê bi rêkeftineke ji bo rawestandina tundûtûjiyê, parastina kesên bêguneh, rêdana gihandina alîkariyên mirovî û dûrketina ji metirsiyê dikarin bên kontrolkirin."
"Li gorî dema Şamê saet ji 17:00an ve..."
Barrack her wiha da zanîn ku aliyan ji bo agirbestê li hev kiriye û wiha pê de çû:
"Bi dema Şamê saet ji 17:00an ve hemû alî gihîştin agirbest û rawestandina pevçûnan."
Pêngava din a bingehîn a li ser rêya berfirehkirina tevlêbûnê û kêmkirina mayînde ya aloziyan, pevguhertina tevahî ya rehîne û girtiyan e ku amadekariyên wê yên lojîstîkî berdewam dikin."
Escalating hostilities can only be contained with an agreement to pause violence, protect the innocent, allow humanitarian access, and step back from danger. As of 17:00 Damascus time, all parties have navigated to a pause and cessation of hostilities. The next foundation stone…
— Ambassador Tom Barrack (@USAMBTurkiye) July 20, 2025
Çi bûbû?
Şer 13ê Tîrmehê di navbera Durziyan û eşîrên Bedewî yên Ereban de dest pê kiribû.
Ev şer û pevçûn gelekî bilez berfireh bû û Hikûmeta Sûriyeyê, Îsraîl û komên din ên çekdar ên ji herêmên din ên Sûriyeyê tevlî şer bûn.
Çekdarên eşîrên Ereban ji deverên cuda yên Sûriyeyê ji bo piştgiriya Bedewiyên Siwêdayê berê xwe da bajêr.
SOHRê amarên qurbaniyan belav kirin û ragihand ku ji 940 kuştiyan, 326 jê çekdarên Durzî û 262 jî welatiyên sivîl ên Durzî bûne ku 165 ji wan bi awayekî neyasayî hatine kuştin.
Her wiha, 312 karmendên hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê û 21 Erebên Bedewî hatine kuştin ku 3 ji wan sivîl bûne û “ji aliyê çekdarên Durzî ve hatine kuştin”.
Ji bilî van, 15 leşkerên Hikûmeta Sûriyeyê di encama bombebaranên Îsraîlê de hatine kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse