Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê 11 kes hatin desteserkirin.
Di daxuyaniya fermî de hat îdiakirin ku ew kes "bi PJAKê re di nav pêwendiyê de ne û wan xwestiye ewlehiyê têk bidin."
Fermandarê Baregeha Necef Eşrefê ya Supaya Pasdaran Muhsîn Kerîmî ragihand ku wan li parêzgeha Kirmaşanê 11 "birêvebirên xwecihî" yên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) girtine.
"Xwestin aloziyê derxin"
Li gorî gotina Muhsîn Kerîmî, ew kes di du koman de bi rêxistin bûbûn û wan xwestiye "çalakiyên têkder" pêk bînin lê beriya ku ti çalakiyan bikin hatine girtin.
Kerîmî her wiha ragihand ku girtî li xwe mikur hatine ku pêwendiya wan bi PJAKê re heye û wan plan dikir ku li herêmê "ewlehiyê têk bidin û aloziyê derxin."
Muhsîn Kerîmî diyar kir ku lêpirsîna derbarê dosyeyê de hêj didome û got:
"Beşek ji girtiyan bi hefteyan di bin çavdêriyê de bûn û me derbarê endamên tîma ku ew pê re di nav pêwendiyê de bûn agahî kom dikirin."
Li aliyê din, PJAKê heta niha li ser mijarê ti daxuyanî belav nekiriye.
PJAK jî wekî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan wekî rêberê xwe dibîne û di bernameya xwe de xwe wekî partiyeke ku bi îdiaya avakirina “Îraneke demokratîk” li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyan dike pênase dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse