YRK: Di êrişa Îranê de şervanekî me şehîd ket

20-07-2025
Nîşan YRK Îran Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ragihand ku di êrişa Îranê ya 19ê Tîrmehê ya li herêma Pênciwênê de şervanekî wan ê bi navê Simko Kobanî canê xwe ji dest daye.

Fermandariya YRKyê derbarê êrişa 19ê Tîrmehê ya li Pênciwênê daxuyaniyek da.

YRKyê da zanîn ku wan li ser bûyerê lêkolîn kiriye û diyar kir ku êriş ji aliyê dewleta Îranê ve li dijî hêzên wan pêk hatiye.

YRKyê li ser hûrgiliyên êrişê got, “19ê Tîrmeha 2025an saet 08:45ê sibehê li herêma Pênciwênê hêzên me bûn hedefa balafirên kamîkaze ên dewleta Îranê û di encamê de hevrêyê me yê bi navê Simko Kobanî şehîd bû.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Simko Kobanî ji Rojhilatê Kurdistanê û ji herêma Hewramanê ye.

Her wiha hat gotin ku dê agahiyên berfireh ên derbarê nasnameya Simko Kobanî de paşê bi raya giştî re bên parvekirin.

YRKyê eşkere kir ku dewleta Îranê dema dikeve tengasiyê serî li rêbazên êrişên bi vî rengî dide û ev êriş bi zextên li jinan û darvekirinan ve girê da.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku ew dê li hemberî êrişan bêdeng nemînin û di çarçoveya mafê xweparastina rewa de bersivê bidin û wiha hat gotin:

“Bi ti şêwazî em dê êrişî ti kesî nekin lê li hemberî her cure êrişên li ser gel û hêzên me pêk werin, her tim em dê xwe biparêzin.”

Di dawiya daxuyaniyê de YRKyê sersaxî ji malbata Simko Kobanî û gelê Rojhilatê Kurdistanê re xwest.

YRK baskê leşkerî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê ye û qada xebata wê Rojhilatê Kurdistanê ye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst