Mesrûr Barzanî: PDKyê serkeftineke mezin bi dest xist

11-11-2025
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê Mesrûr Barzanî Nêçîrvan Barzanî PDK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî ragihand ku dengên partiya wan di hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de milyonek derbas kiriye.

Mesrûr Barzanî ev serkeftin wekî pêngaveke mezin ji bo pêvajoya demokrasiyê bi nav kir.

Alîkarê Serokê PDKyê Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de spasiya welatiyên Kurdistanê û endamên PDKyê kir û got, "Bi spasiya Xwedayê mezin û bi helwest û îradeya welatiyên bi keda xelkê Kurdistanê û endamên PDKyê, dengên Partiya Demokrat a Kurdistanê ji milyonek deng derbas bûn û dê di encamên dawî de zêdetir jî bibin."

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Serok Mesûd Barzanî kir û her wiha pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir ku ji dengderan xwestibû zêdetirî yek milyonek deng bidin PDKyê.

Alîkarê Serokê PDKyê spasiya hemû serkirdayetî, endam û alîgirên PDKyê kir û serkeftina PDKyê li Îraq û Kurdistanê pîroz kir.

Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de soz da ku ew dê bi xurtî û bi canfîdayiyeke zêdetir xizmeta hemû Kurdistaniyan û niştimaniyan bikin û got ku armanca wan welatekî aram û avedantir e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst