Nêçîrvan Barzanî: Divê piştgiriya zêdetir li rol û beşdariya çalak a jinan bê kirin û derfetên zêdetir bên dayîn

11-12-2022
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Jinên Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê ji bo salvegera damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê (Yekîtiya Afretên Kurdistanê) peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand, divê piştgiriya zêdetir li rol û beşdariya çalak a jinan bê kirin û derfetên zêdetir bên dayîn.

Di 70emîn salvegera Yekîtiya Jinên Kurdistanê de Cîgirê yekem ê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li endamên Yekîtiya Jinên Kurdistanê û hemû jinên Kurdistanê kir û ragihand, “Yekîtiya Jinên Kurdistanê di têkoşîna neteweyî de xwedî dîrokeke geş û xwedî roleke bibandor e di xebata nîştimanî de û yek ji pêşengên têkoşîna sivîl û rêxistinî ye. Her tim navendeke diyar a gihandina têkoşeran bûye di nav jinên qurbanîder û serkirde di warên sivîl, siyasî, perwerde û çandî  ya Kurdistanê de.”

Nêçîrvan Barzanî anî ziman, “Ev yek encama hebûna hizra wekhevîxwazan e di bîr û baweriyên Nemir Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê de û her wiha nîşana xwebawerî û jîndariya jinên Kurdistanê di dîtina rola xwe ya berpirsyar di dîroka Kurdistanê de ye.”

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyama xwe de got, “Jinên Kurdistanê nîşan dane ku di hemû waran de xwedî şiyan û jêhatî ne, divê piştgiriya zêdetir li rol û beşdariya çalak a jinan bê kirin û derfetên zêdetir bên dayîn ji bo xizmeta civaka me.”

Cîgirê yekem ê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî her wiha piştgîriya xwe ji bo Yekîtiya Jinên Kurdistanê di tekoşîna rêxistinî û medenî ya ji bo parastina maf û daxwazên jinan û xurtkirina prensîbên çandî yên wekheviyê ji bo civakeke nûjen dupat kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst