WAN - 9 wesayît li hev qelibîn: Birîndar hene

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Qeza Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê zincîreqezayek çêbû.

Di qezaya ku 9 wesayît tevlî bûn de 3 kes birîndar bûn.

Qeza li ser rêya Wan-Erdîşê qewimî.

Hat ragihandin ku 9 wesayît li pey hev li hev qelibîne.

Li ser agahdarkirina welatiyan, tîmên hewarçûnê, polîs, cendirme û tîmên agirvemirandin û AFADê çûn cihê qezayê.

Rê hat girtin

Tîman midaxele kir û 3 kesên ku di wesayîtan de birîndar bûbûn derxistin.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên bajêr.

Ji ber qezayê rêya Wan û Erdîşê demekê hat girtin lê piştî ku wesayît ji rê hatin rakirin hatin û çûyîn dîsa asayî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst