Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyê Eyûb Omerê 12 salî yê ku di lehiyê de xeniqîbû, îro li Goristana Berlûdê ya Kelarê hat veşartin.
Eyûbê ku dema bi bîsîkletê xwe li cadeyên Kelarê bû ketibû mazgala Pira Gazînoyê û termê wî piştî 4 kîlometreyan li nêzîkî Kelha Şêrwaneyê hat dîtin.
Meriv û xwebexşan termê wî ji nav avê derxist.
Windabûn û çîroka dîtina termê Eyûb
Nûçeya windabûna Eyûb Omerê 12 salî, roja çarşemê saet 16:00an li Kelarê belav bû. Xelk û merivên wî ji bo lêgerînê li Pira Gazînoyê kom bûn.
Eyûbê ku bavê wî karker e, kurê malê û birayê du xwişkan bû.
Dayîka wî Huda Xefûreyê 3 saet piştî windabûnê ji Rûdawê re gotibû: “Kurê min li nêzîkî pirê dilîst, paşê winda bû. Qet ewqasî dereng nedima.”
Piştî 6 saetan lêgerînê, termê wî saet 22:00an hat dîtin. Cîranê wan Alanê ku termê derxist ji Rûdawê re wiha got:
“Me term li dawiya kanalê, di cihekî kûr de dît.
Av kêm bibû, em pênc kes bûn û me ew ji nav qamîşan derxist. Şerwalekî reş û fanêleyeke pembe li ser bûn. Şûnên birînan tunebûn lê avê hemû laşê wî şîn kiribû.”
Bavê wî bi xemgînî li ber term rûnişt
Piştî kar û barên Tiba Dadî, term radestî malbatê hat kirin û li Mizgefta Teqwayê nimêja cenaze hat kirin.
Bavê wî Omerê ku tenê du keç jê re mane, bi xemgînî li ber termê kurê xwe rûniştibû û bersiva silava xelkê dida.
Apê Eyûb behsa bûyerê kir û got, “Dema ez ji bo nimêjê derketim, dê û bavê wî li Eyûb digeriyan.
Me destpêkê bawer nekir ku ew xeniqiye lê dema wesfa bîsîklet û cilên wî hat kirin, me fêm kir ku ew e.”
Apê wî her wiha bangî dê û bavan kir ku xwedî li zarokên xwe derkevin da ku “cergê wan neşewite.”
“Bêyî bîsîkletê venagerim”
Di dîmenên Rûdawê de Eyûb beriya xeniqînê bi bîsîkleta xwe di nav lehiyê de xuya dike.
Li gorî gotina şahidekê, bîsîkleta Eyûb ketiye nav avê. Tevî ku wê jinê jê xwestiye biçe malê, Eyûb gotiye: “Heta bîsîkleta xwe nebim ez naçim, dêya min dê bi min re bixeyide.”
Li Germiyanê 150 malan ziyan dît
Serperiştiyarê Îdareya Germiyanê Celal Şêx Nûrî ragihand ku tîman 36 kes ji mirinê rizgar kirine.
Şêx Nûrî li ser bûyerê got: “Mixabin dema zarok bi bîsîkletê xwe dilîst kete nav mazgalê û xeniqî. Av jî ketiye nêzîkî 150 malî û ziyan gihiştiye embarên avê jî.”
“Ew pepûleya bihiştê ye”
Termê Eyûb bi beşdariya gelek kesan hat veşartin. Melayekî ser gorê got,“Serxweşiyê li bavê Eyûb bikin. Ew zarok tiştekî naxwaze, ew pepûleya bihiştê ye.”
Di 48 saetên borî de li Germiyan û Kerkûkê ji ber lehiyê 5 kesan canê xwe ji dest da.
Di nav wan de 2 zarok (Eyûb û Beyar), keçeke ciwan a astengdar, zilamekî 72 salî û jinek hebû.
Li gorî amarên fermî, lehiyê li Kelar û Çemçemalê ziyan gihandiye zêdetirî 650 mal û 100 dikanan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse