Hewlêr (Rûdaw) - Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku şervanê wan ê Îranî Fuad Mistefa Sultanî canê xwe ji dest daye.
Fuad Mistefa Sultanî demeke dirêj bû li Silêmaniyê dihat dermankirin.
Navenda Ragihandinê ya YPGyê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Fuad Mistefa Sultanî 9ê Kanûna Pêşîn a 2025an li nexweşxaneyeke Silêmaniyê canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê, Sultanî sala 1988an li herêma Neyrîzê ya parêzgeha Şîrazê ya Îranê ji dayîk bûye.
Hat diyarkirin ku ew ji neteweya Fars e.
Sultanî dema xwe li Îranê hatiye girtin û 3 salan di girtîgehê de maye.
Di navbera salên 2002 û 2007an de di nava tevgerên çepgir ên Belûçan de xebat meşandiye.
Fuad Mistefa Sultanî sala 2018an derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye û tevlî YPGyê bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse