Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê eşkere kir ku hikûmeta federal ji ber kêmkirina hejmara koçberan, ji Kanûna Pêşîn a 2025an û vir ve kursên hînbûna zimên kêm kirine.
Hat gotin ku armanc ji vê biryarê ew e ku hincetên ji bo koçkirina ber bi Almanyayê ve ji holê bên rakirin.
Sedema sînordarkirinê: Kêmbûna koçberan
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe yê Almanyayê, ji Rûdawê re ragihand ku sedema sînordarkirina kursên "entegrasyonê" kêmkirina hejmara koçberan e.
Berdevk her wiha destnîşan kir ku "divê piştgirî ji bo wan kesên ku mafê wan ê manê heye were dabînkirin."
Wî berdevkî teqez kir ku pergala kursên entegrasyonê vedigere ser şêwaza xwe ya berê û wiha got:
"Prensîbên sereke wekî xwe dimînin. Divê piştgirî ji bo wan kesên ku mafê wan ê manê heye were dabînkirin da ku fêrî ziman bibin û bi lez bibin pispor.
Ev rêkarên ku tên bicihkirin dê bibin sedem ku pergala kursên entegrasyonê ji bo demeke dirêj were parastin."
"Hemû daxwazî tên redkirin"
Ev bersiva wezaretê piştî wê yekê hat ku Daîreya Federal a Koç û Penaberan a Almanyayê (BAMF) ragihandibû ku ji dawiya meha Çiriya Paşîn a 2025an û vir ve êdî kar li ser daxwazên kursên entegrasyonê nakin.
130 hezar koçber rastî astengiyan tên
Navendên perwerdeyê û dibistanên fêrbûna ziman li dijî vê biryarê derketin.
Ew dibêjin berê xeber nedane wan û ji ber vê yekê ji encamên "trajedîk" ditirsin.
Birêvebirê Yekîtiya Navendên Perwerdeya Gel (VHS) Sascha Rexê ji medyaya welatê xwe re ragihand ku ev biryar bandorê li 130 hezar kesî dike û ew dê di kursên entegrasyonê de neyên qebûlkirin.
Sascha Rexê her wiha got, "Ev biryar ne tenê bandorê li wan kesan dike ku bi daxwaza xwe dixwazin fêrî zimên bibin.
Ew dê bandoreke xerab li ser wan kesan jî bike ku ji aliyê Ajansa Kar (Arbeitsagentur) ve hatine neçarkirin ku beşdarî kursan bibin jî bike."
Budceya kursan û lêçûnên wan
Mesrefê kursên entegrasyonê li ser milê hikûmeta federal e. Ev kurs ji bo koçber, penaber û kesên mafê parastinê wergirtine hatine amadekirin.
Li gorî pênaseyên fermî, ev kurs di warê ziman, çand û siyasî de alîkariya penaberan dikin da ku li Almanyayê bi pêş bikevin.
Li gorî amarên BAMFê, hikûmeta Almanyayê zêdetirî milyarek euroyî ji bo van kursan veqetandibû lê daxwaza koçberan ji budceya veqetandî zêdetir bûye.
Her kursek 700 demjimêr e. Mesrefê her beşdarekî ji bo yek demjimêrê 1,063 euro ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse