Kirêya xwendina taybet li Kurdistanê %10 hate kêmkirin

12-05-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê kirêya xwendinê ya îsal bi rêjeya %10 bo tevahiya qutabxane û peymangehên taybet hate kêmkirin. 

Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku pereyê xwarin û veguhestinê bo mehên Adar, Nîsan û Gulanlê nayê wergirtin û ew biryar ji di berjewendiay welatiyan de ye. 

Wezareta Perwerdê dibêje ku ew biryar, wan qutabiyan nagire ku xwedîkerên wan pileyên bilind ên taybet hene di kerta hikûmî, medenî û serbazî de çi dayîk be yan bav be.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Perwerdeyê daşikandin heta 28ê Gulanê 2020aan kar pê tê kirin.

Herwiha dibêje tevahiya qutabxane û peymangehan divê pabendî naveroka girêbesta xwe li gel mamostayan bin û mûçeya wan xerc bikin û eger wisa nekin sala bê nikarin xwendevanan werbigrin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst