Mezlûm Ebdî li ser biryara PKKyê daxuyanî da

12-05-2025
RÛDAW
Nîşan Kongreya PKKyê DEM Partî Mahfuz Guleryuz Pêvajoya Çareseriyê Şerê PKK û Tirkiyeyê Mezlûm Ebdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser xwefesixkirina PKKyê got, “Biryarên PKKyê dê rê li ber pêvajoyeke aştiyane veke.”

Mezlûm Ebdî diyar kir ku biryarên PKKyê yên fesixkirina avahiya rêxistinî, bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî û destpêkirina pêvajoya siyaseta demokratîk, li ser banga Abdullah Ocalan cihê rêzdariyê ye.

Fermandarê Giştî yê HSDyê got, PKK di pêvajoya borî de, roleke dîrokî û sereke li Rojhilata Navîn lîst."

Mezlûm Ebdî tekez kir ku ew bawer dikin ku ev pêngava nû dê rê li ber pêvajoyeke siyasî û aştiyane ya nû li herêmê veke.

Ebdî di dawiya daxuyaniya xwe de hêvî kir ku hemû aliyên têkildar gavên pêwîst biavêjin û hemû dost desteka pêwîst bidin.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 9ê Gulanê diyar kir ku li ser banga Abdullah Ocalan wan awayekî serkeftî 5-7ê Gulanê kongreya xwe pêk aniye.

Her wiha PKKyê îro piştî 41 salan ji xebata çekdarî  biryar da ku xwe fesix bike û çekan deyne lê pêvajo hîn neketiye qonaxa pratîkî.

PKKyê biryarên kongreya 12an ku bi beşdariya 232 endaman pêkhatibû eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst