Mahfuz Guleryuz: Biryara PKKyê dê bandorê li Tirkiye û Rojhilata Navîn bike

12-05-2025
RÛDAW
Mihemed Izedîn û Mahfuz Yildiz\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Mihemed Izedîn û Mahfuz Yildiz\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kongreya PKKyê DEM Partî Mahfuz Guleryuz Pêvajoya Çareseriyê Şerê PKK û Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -Alîkarê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mahfuz Guleryuz li ser xwefesixkirina PKKyê gaveke dîrokî ye û dê bandorê li Tirkiye û Rojhilata Navîn bike.

Piştî 41 salan ji xebata çekdarî, îro Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryar da ku xwe fesix bike û çekan deyne lê pêvajo hîn neketiye qonaxa pratîkî.

PKKyê biryarên kongreya 12an ku bi beşdariya 232 endaman pêkhatibû eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

Mahfuz Guleryuz li ser biryar û kongreya xwefesixkirinê ya PKKyê bersiv da pirsên pêşkeşkarê Rûdawê Mihemed Izedîn.

Siyasetmedarê Kurd diyar kir ku ev biryareke dîrokî ye ji bo gelê Kurd û gelê Tirkiyeyê û got: "Ne tenê em hemû gelê cîhanê vê mijarê ji nêzîk ve dişopîne. Biryareke dîrokî ye dê bandorê li siyaseta Tirkiyê û Rojhilata Navîn bike."

"Yasayên înkarê hîn hene"

Alîkarê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê bal kişand ser guhertina yasayan û got:

"Êdî pêwîst e gavên yasayî bên avêtin. Ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan divê gavên yasayî bên avêtin.

Li Tirkiyeyê hîn yasayên înkarê hene, hîn yasayên tunekirinê hene, hîn yasayên dijberî Kurdan hene."

Guleryuz amaje pê kir ku di destûra Tirkiyeyê de divê hebûna Kurdan were qebûlkirin û ji bo yasaya hevwelatîniyê divê guhertin were kirin.

Wî diyar kir: "Ev pirsgirêk bi destûra 1924an derketibû û wisa dewam kiribû. Sedema esasî ya vê pirsgirêkê yasa ye. Ew yasayên Kurdan înkar dikin divê di serî de bên guherandin."

"Peyamên Barzanî û Talebanî gelekî erênî bûn"

Guleryuz ragihand ku peyamên Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî jî gelekî erênî ne û ji bo civaka Kurd gelekî girîng in.

Siyasetmedarê DEM Partiyê got, "Ne tenê DEM Partî û hemû aktorên Kurd, hemû demokrat ji bo aştiyê divê di nava liv û tevgerê de bin. Eger em wisa bimeşin ev pêvajo dê serkeftî bimeşe."

"Girtiyên siyasî divê bên berdan"

Alîkarê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê tekez kir ku bi sedan û bi hezaran hevalên wan ji ber van yasayan an di girtîgehê de ne yan jî li sirgûnê ne.

Mahfuz Guleryuz di berdewamiyê jî de got:

 "Bi fesixkirina PKKyê re hincetên di destê PKKyê de pûç bûn êdî ew hincet neman.

Ew siyasetmedarên me yên ji ber PKK'yê di girtîgehan de bûn divê bên berdan. Ew kesên ku ji ber wan yasayan çûne derveyî welat divê vegerin, hinceta di destê dewletê de nema."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst