Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Tendirustiyê yê Urdinê peywendiyên dualî gotûbêj kirin

12-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêşwazî li Wezîrê Tendirustiyê yê Urdinê kir û di wê hevdîtinê de pêşvebirina pêwendiyên Urdinê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û hevkarî zêdetir a warê tendirustî hat gotûbêjkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Duşemê 12ê Hezîrana 2023yan pêşwazî li Wezîrê Tendirustiyê yê Urdinê Fîras Îbrahîm El Hewarî û şanda pê re kir.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de wezîrên tendirustiyê yên hikûmeta  Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amade bûn.

Di civînê de behsa rêkxistina Hefteya Tendirustiyê ya Kurdistanî – Urdinî hat kirin, ku niha li Hewlêrê birêve diçe.

Nêçîrvan Barzanî spasiya Wezareta Tendirustiya Urdinê kir ji bo hevkarî û hemahengiya ligel Wezareta Tendirustiya Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û tekez kir ku Herêma Kurdistanê û Iraq dikarin di herdu warên bijîşkî û perwerdehiyê de sûdê ji ezmûna baş Urdinê werbigrin.

Herwiha bihêzkirina pêwendiyên Urdinê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û hevkarî û hevahengiya zêdetir a di warê tendirustî û bijîşkî de hat gotûbêjkirin.

Foruma Hefteya Tendirustiyê ya Kurdistanî – Urdinî

Foruma Hefteya Tendirustiyê ya Kurdistanî – Urdinî ku li Hewlêra îro li Hewlêrê dest pê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Tendirustiya Iraqê Salih El-Hesnewî û Wezîrê Tenduristiyê yê Urdinê Fîras Îbrahîm El Hewarî jî di vekirina vê forumê de amade bûn.

Gelek pisporên tenduristiyê ji Urdun û Iraqê û Herêma Kurdistanê jî beşdarî forumê dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst