95 sal di ser Komkujiya Geliyê Zîlanê re derbas bûn

12-07-2025
RÛDAW
Komkujiya Geliyê Zîlanê / Wêne: Arşîv
Komkujiya Geliyê Zîlanê / Wêne: Arşîv
Nîşan Komkujiya Geliyê Zîlanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro di ser Komkujiya Geliyê Zîlanê re 95 sal derbas dibin ku rojên 12-13ê Tîrmeha 1930î ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hat kirin.

Sala 1930î, di Komkujiya Geliyê Zîlanê de ku di belgenameyên Komara Tirkiyeyê de wekî “Bûyera Geliyê Zîlan” hatiye tomarkirin, bi destê leşkerên artêşa Tirkiyeyê 44 gund hatin şewitandin û wêrankirin.

Li gorî amarên fermî yên Tirkiyeyê, 15 hezar mirov hatin kuştin û bi sedan mal û gund hatin şewitandin û rûxandin.

Pertax, Newala Kuştiya, Hesenevdal, Adaxeybê, Milk, Newala Fedê, Newala Bebo û Çaqirbeg navendên komkujiyê bûn.

15 hezar Kurd hatin kuştin

Li gorî amarên fermî yên Tirkiyeyê, 15 hezar mirov hatin kuştin û bi sedan mal û gund hatin şewitandin û rûxandin.

Lê şahidên wan rojan dibêjin, zarok û jin, kal û pîr bi giştî 45 hezar kes bûne qurbanî.

Bi Qanûna Îskanê ya 5ê Gulana sala 1932yan, çûn û hatina wan gundan heta 20 salan hat qedexekirin û bû destpêka mişextîkirina Zîlaniyan.

Piraniya kesên hatin mişextîkirin di zindanan de canê xwe ji dest da. Hinek jî bi destê dewleta Tirkiyeyê hatin kuştin.

Li gel qedexeyê Geliyê Zîlanê êdî bû tewla dewletê.

Qirxizên hawirde li gundên Geliyê Zîlanê hatin bicîhkirin

Sala 1980yî jî bi biryara Kenan Evren (Serokkomarê 7emîn ê  Tirkiyeyê), Qrxizên hawirde li gundên Geliyê Zîlanê hatin bicîhkirin.

Tevî tapoyan jî nikarin vegerin ser axa xwe

Welatiyên Geliyê Zîlanê li gel ku tapoyên wan ên serdema Osmaniyan jî hene nikarin zeviyên xwe wergirin û vegerin ser axa xwe ku dewletê dest daniye ser.

Komkujiya Geliyê Zîlanê, piştî damezrandina Komara Tirkiyeyê duyemîn komkujiya mezin a li hemberî Kurdan bû ku ya yekem sala 1921ê li Qoçgirî hatibû kirin.

Tora Medyayî ya Rûdawê Îlona 2020î belgefîlmeke taybet derbarê Komkujiya Geliyê Zîlanê bi navê Esmanê Sor: Geliyê Zîlan weşand.

Di wê belgefîlmê de şahidên komkujiyê û kesên ku ji şahidan çîrokên komkujiyê bihîstine, behsa wê komkujiyê û kuştina bi hezaran welatiyên Kurd ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst