Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê ya (DEM Partî) û Partiya Doza Azad (HUDA PAR) di salvegera Komkujiya Zîlanê de ku tê de bi hezaran Kurd hatin kuştin peyam weşandin.
Di peyamên partiyan de banga rûbirûbûna bi komkujiyê re hat kirin.
Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê ya (DEM Partî) got, “Divê Komkujiya Zîlanê ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve bi fermî bê naskirin.”
HUDA PARê jî anî ziman, “Divê dewlet bi awayekî fermî lêborînê ji mexdûran bixwaze.”
Sala 1930î, di Komkujiya Geliyê Zîlanê de ku di belgenameyên Komara Tirkiyeyê de wekî “Bûyera Geliyê Zîlan” hatiye tomarkirin, bi destê leşkerên artêşa Tirkiyeyê 44 gund hatin şewitandin û wêrankirin.
Li gorî amarên fermî yên Tirkiyeyê, 15 hezar mirov hatin kuştin û bi sedan mal û gund hatin şewitandin û rûxandin.
Daxuyaniya li ser navê Hevberdevka Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu hat dayîn de hat gotin:
“Ne mimkun e sîstemeke ku heqîqetê înkar dike aştiyê biafirîne.
Edalet ne bi jibîrkirinê, bi rûbirûbûnê ava dibe. Me Zîlan ji bîr nekir.”
Di daxuyaniya bi sernavê “di salvegera 95an a Komkujiya Zîlanê de em bi bîr tînin û banga xwe ya rûbirûbûnê dubare dikin” de ev hat gotin:
“13ê Tîrmeha 1930î li Geliyê Zîlanê bi hezaran mirov hatin qetilkirin.
Jin, zarok û kal û pîr bi bombe û gulebaranê hatin tunekirin.
Xanî hatin şewitandin, gund ji nexşeyê hatin paqijkirin û yên sax man jî neçarî sirgûnê hatin kirin.
Komkujiya Zîlanê, yek ji mînakên herî giran ên polîtîkaya sîstematîk a îmha û înkarê ya li dijî gelê Kurd e.
Tevî ku îro 95 sal di ser re derbas bûne jî, derbarê komkujiyê de ti rûbirûbûnên fermî çênebûne û dewletê navê komkujiyê jî nedaniye.
Li wê cografyaya ku komkujî lê qewimî, ne kevirekî bibîranînê, ne lêborînek û ne jî şopeke edaletê heye.
Lê gelên me, tevî hemû polîtîkayên tinehesibandinê jî vê heqîqetê di bîra xwe de hildigirin.”
“Divê Komkujiya Zîlanê bi fermî were naskirin”
DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de anî ziman:
“Wekî DEM Partiyê, em tekez dikin ku yek ji kevirên bingehîn ên Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê rûbirûbûna bi paşerojê re ye.
Zîlan ne tenê birîna gelê Kurd e, di heman demê de birîneke mezin û berpirsyariyeke hevpar e di bîra kesên ku li ser vê axê jiyaneke wekhev û azad dixwaze de.
Di vê çarçoveyê de;
Divê Komkujiya Zîlanê ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve bi fermî were naskirin û bi awayekî eşkere lêborîn ji gel bê xwestin.
Divê di bin sîwana Parlamentoya Tirkiyeyê de Komîsyoneke Lêkolînê ya serbixwe û berfireh bê avakirin.
Divê Geliyê Zîlanê wekî cihekî bibîranîn û rûbirûbûnê bê parastin; şopên gundên hatine îmhakirin û jiyanên hatine tinehesibandin, divê bi nêzîkatiyeke sererastker bên xuyakirin.
Ne mimkun e ku sîstemeke ku heqîqetê înkar dike aştiyê biafirîne.
Edalet ne bi jibîrkirinê, bi rûbirûbûnê ava dibe. Me Zîlan ji bîr nekir.”
HUDA PAR: Em bangî rayedarên dewletê dikin
Di peyama ku ji aliyê Serokatiya Kar û Barên Hiqûq û Mafên Mirovan a HUDA PARê ve hat weşandin de, banga rûbirûbûna bi Komkujiya Zîlanê re û xwestina lêborînê ji mexdûran hat kirin.
HUDA PARê di daxuyaniya xwe de anî ziman:
“Ev tevgera leşkerî ya ku bi fermandariya Ferîk Salîh Omurtakê Kolorduya 9an hat meşandin, bi biryara Encûmena Wezîran a bi hejmara 8692yan a ku ji aliyê hikûmeta wê demê ve hatibû dayîn, dest pê kir.
Gund hatin şewitandin, dest bi ser mal û milkan de hat danîn û bêyî ku bibêjin jin-zarok bi deh hezaran mirov bi awayekî hovane hatin qetilkirin.
Rojnameya Cumhuriyetê, di nusxeya xwe ya 16ê Tîrmeha 1930î de, ev wehşet bi manşeta ‘Geliyê Zîlanê heta dev bi terman tijî bûye’ ragihand; komkujî ji aliyê aqilê dewleta wê demê ve wekî ‘serkeftinekê’ hat pêşkêşkirin.”
“Divê dewlet bi Komkujiya Zîlanê re rûbirû bibe”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê bi komkujiyê re rûbirûbûn çêbibe û ev tişt hatin gotin:
“Di serî de Komkujiya Zîlanê, divê hemû kiryarên derveyî hiqûqê û komkujiyên ku di navbera salên 1925-1950î de qewimîne, werin eşkerekirin.
Divê dewlet bi Komkujiya Zîlanê re rûbirû bibe, bi awayekî fermî lêborînê ji mexdûran bixwaze û ji bo vegerandina heqan gavên berbiçav biavêje.
Divê mertala bêcezahiştinê bê rakirin û bi wê hişmendiya ku komkujiyên bi vî rengî plan kirine û pêk anîne re rûbirûbûn çêbibe.
Divê arşîv bên vekirin, komîsyonên heqîqetê bên avakirin û edaleta dîrokî pêk were.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin:
“Em hemû mezlûmên ku li Zîlanê canê xwe ji dest daye bi rehm bi bîr tînin; li ser navê wîjdana mirovahiyê û edaletê, em bangî rayedarên dewletê dikin ku bi vê berpirsyariya dîrokî re rûbirû bibin.”
Di ser Komkujiya Geliyê Zîlanê re 95 sal derbas bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse