Hêzên HREyê bi roketan baregeha artêşa Tirkiyê li gundê Kil Cibrîn a Ezazê dikin armanc. Wêne: Ji twittera Afrin Liberation Forces - Hêzên Rizgariya Efrînê, @HRE_official
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand, şervanên wan li herêmên Efrîn û Operasyona Mertala Firatê çend êrîş li dijî hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê pêk anîne û di êrîşan de kuştî û birîndarên Tirkiyê hebûne.
Li gor daxuyaniya HREyê, "êrîş di rojên 5,6 û 7 Tebaxê de li Ezaz, Bab û nahyeya Şera ya Efrînê" hatine lidarxistin û "di wan êrîşan de 6 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 11 leşker jî birîndar bûne."
HRE dibêje, li gundê Enebkê li Efrînê şervanên wan binkeyeke hêzên Tirkiyê bi roketan kirine armanc. Di wê êrîşê de ku roja 6ê Tebaxê hatiye pêkanîn, "3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne."
Di Tîrmehê de jî, Hêzên Rizgariya Efrînê ku ser bi Rêveberiya Xweser ve ne, li gundê Xezzawiyê yê ser bi Şêrawa ya Efrînê ve binkeyeke artêşa Tirkiyê kiribûn armanc.
Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kiriye, şervanên wan roja 7ê Tebaxê jî "li gundê Kil Cibrîn ê girêdayî bajarokê Ezazê êrîşk pêk anîne û di wê êrîşê de 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin, û 7 leşker jî birîndar bûne, depoya cebilxaneya baregehê jî hatiye jinavbirin."
Roja 5ê Tebaxê jî baregeheke artêşa Tirkiyê hatiye armanckirin, lê ti kuştî û birîndar nebûne û kamerayeke çavdêriyê û termalek hatine têkbirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse