Koreya Başûr alîkariya Sineyê dike

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Koreya Başûr Sine Alîkarî Perwerde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Koreya Başûr bi nîv milyon dolarî alîkariya Birêvebiriya Pêgihandina Teknîkî û Pîşeyî ya parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê dike.

Civîna duyemîn a salane ya Komîteya Bipêşxistina Şiyanên Birêvebiriya Pêgihandina Teknîkî û Pîşeyî ya parêzgeha Sineyê hat lidarxistin.

Civîn doh bi amadebûna Balyozê Koreya Başûr ê Tehranê Joon Pyo Kim hat sazkirin.

Di civînê de alîkariya hikûmeta Koreya Başûr pêşkêşî parêzgeha Sineyê hat kirin.

Balyozê Koreya Başûr ragihand ku alîkarî bi qasî nêzîkî 500 hezar dolarî ye.

Koreya Başûr vê alîkariyê dide Birêvebiriya Pêgihandina Teknîkî û Pîşeyî ya parêzgeha Sineyê da ku xwendekar di warê pîşeyî û teknîkî de baştir bên perwerdekirin.

Balyozê Koreya Başûr Joon Pyo Kim got:

"Ev alîkarî nîşan dide ku serdana Balyozê Koreya Başûr dikare bibe sedema destkeftiyan.

Hikûmeta Koreya Başûr girîngiyê dide hevkariya pratîk û bibandor."

Parêzgarê Sineyê jî spasiya hikûmeta Koreya Başûr kir û diyar kir ku alîkarî dê ji bo parêzgehê bi sûd be.

Parêzgarê Sineyê Areş Lihonî di merasîma wergirtina alîkariyê de axivî û got:

"Bexşîna vê alîkariyê dikare derfeteke bi qîmet ji bo bipêşketina perwerdekirina ciwanan a di warê teknîkî de biafirîne.

Ev di çarçoveya bipêşketina şiyana mirovî ya parêzgehê de gaveke mezin e."

Balyozê Koreya Başûr ê Îranê meha Gulanê ya 2025an çûbû parêzgeha Sineyê û ragihandibû ku hikûmeta welatê wî amade ye pêwendiyên çandî, geştyarî û aborî xurt bike.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya parêzgeha Sineyê meha Çiriya Pêşîn daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku Koreya Başûr biryar daye bi 500 hezar dolarî alîkariya Sineyê bike.

Ev alîkarî ji bo bipêşxistina binesaziyên perwerdeya teknîkî û pîşeyî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst