Li Wanê 2 rojan her tişt qedexe ye

12-08-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Qedexeya Çalakiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi biryara parêzgariyê meş, çalakî û civînên li derve 2 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyekê ragihand ku rojên 12 û 13ê Tebaxê biryara qedexeya çalakiyan hate dayîn.

Li gorî biryarê meş, kampanyayên îmzeyan, anket, vedana kon û standan, daxuyaniyên çapemeniyê, belavkirina belavokan, xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê û civînên bikom ên li derve 2 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Wanê îdia dike ku qedexe “ji bo rêgirtina li êrişan”, “parastina can û malê welatiyan”, “jinavbirina rêxistinên terorê” û “pêkanîna ewlehiya niştîmanî” hatiye ragihandin.

Li gorî daxuyaniyê, qedexe wan çalakiyan li xwe nagire ku bi destûra parêzgariyê ne.

Li Wanê hefteya borî jî rojên şemî û yekşemê heman qedexe hatibû ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst