Ji bo ku bi Kurdî bibêje ‘Yadê tu çawa yî?’ kuştina xwe da ber çavê xwe

12-09-2025
Nurî Sinir / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nurî Sinir / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Zîndana Amedê Kurdî Qedexe Şkence
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nurî Sinirê ku yek ji girtiyên berê yên Zîndana Amedê ye, behsa şkenceya hovane ya piştî derbeya 12ê Îlonê kir û anî ziman ku yek ji zilm û êşên herî mezin qedexekirina zimanê Kurdî bû.

Nurî Sinir di salvegera derbeya 12ê Îlonê de bû mêvanê Rûdawê û ji Hêvîdar Zanayê re behsa Zîndana Amedê kir ku di dîroka Tirkiyeyê de wekî cihê şkenceyê tê naskirin.

Nurî diyar kir ku ew piştî derbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980î li Stenbolê hatiye girtin û 43 rojan di bin şkenceyeke giran de maye.

"Em bi Kurdayetiya xwe dihatin tometbarkirin"

Nurî Sinir li ser sedema girtin û şkenceya ku li wan dihate kirin wiha axivî:

“Piştî derbeyê ez li Stenbolê hatim girtin. Ez û serokê şaredariya Amedê Mehdî Zana û du hevalên din, em girtin û birin.

Demeke qederê 10 rojan em li qişleya leşkerî man û paşê em anîn Amedê. Em 43 rojan jî di şkenceyê de  man.

Çavên me girtî, devê me girtî, dest û lingên me girêdayî. Bi zilmeke mezin 43 rojên me derbas bûn.

Paşê em birin Zîndana Hejmar 5an. Destpêkê hemû girtî Kurd bûn. Tohmeta li ser me hemûyan Kurdayetî bû.

Yanî kîjan Kurd bigirtana, mutleq ew bi cihekî ve girê didan. Zimanê xwe diaxivîn, dema dayîk û bavên me dihatin, em bi wan re rihet diaxivîn.

Tenê roj bi roj ew kêm kirin. Di dawiya salên 80yî de dest bi lêdan û zorê kirin.”

"Tiştê ku ji bîra min naçe zimanê me bû"

Sinir diyar kir ku armanca sereke ya dewletê ew bû ku nasnameya Kurdan ji holê rake û zimanê Kurdî winda bike û bîranîneke xwe ya ku qet ji bîra wî naçe wiha vegot:

“Ziman. Zimanê me, zimanê dayîkê qedexe bû. Li cihê ku dayîk û bavên me dihatin, cihê ziyaretê, li ser nivîsî bûn ‘Bi Tirkî biaxive, zêdetir biaxive’.

Axaftina bi Kurdî qedexe bû. Mirov nikarîbû biaxiviya. Di hundir de jî di qawîşan de jî dema diçûn û dihatin, ekseriyet bi vî awayî şexsiyeta Kurdayetiyê, şexsiyeta însanê Kurd dixistin bin lingan.

Armanca wan jî ew bû ku Kurd ji xwe fedî bikin. Dixwestin zimanê me winda bikin. Dixwestin bihêlin Kurd ji xwe fedî bikin.”

“Yadê tu çawa yî?”

Wî bi vê mînakê destnîşan kir ku çawa ji bo axaftina bi Kurdî kuştina xwe daye ber çavê xwe:

“Rojekê min biryara xwe stand û ji hevalan re got, ‘Ez ê îro bi dayîka xwe re bi Kurdî biaxivim.’ Wan got, ‘Ew ê te bikujin’ min jî got, ‘Çi dikin bila bikin.’

Ji xwe dema dayîka min dihat 3 deqe wextê me hebû. Dema me tenê 3 deqe bûn.

Ez birim, dayîka min jî hat pêşberî min. Min lê nêrî, îca li aliyê min î rastê leşkerek, li aliyê min î çepê leşkerek. Guhdar dikin û dibêjin, ‘Wexta me pêl lingê te kir, tê derkevî.’

Wexta dayîka min hat pêşberî min, min got, ‘Yadê tu çawa yî?’ Dema min ev got heke perîkên wê hebûya dê bifiriya.

Got, ‘Layê min, em baş in. Me meraq meke. Zarokên te jî baş in.’

“Miheqeq Kurdî serbest bûye”

Hîna gotina dayîka min di devê wê de bû leşkeran ez bi aliyekî de kişandim û dayîka min jî bi aliyekî de kişand.

Hevalê kêleka min jî dibêj, ‘Yawo Nûrî dipeyîve, miheqeq Kurdî serbest bûye.’ Ew jî bi pîreka xwe re bi Kurdî dipeyîve. Mehdî Zana û Leyla Zana jî bi Kurdî diaxivin.

Em her sê xistin cihekî û saetek û nîvekê li me dan. Şkenceya herî mezin li ser zimanê me bû û li ser wê disekinîn ku zimanê me winda bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst