Hewlêr (Rûdaw) - Xwedîkirin û firoştina Tajiyan li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê bûye karekî gelêrî. Mihemed Derbas ji xelkê gundê Aliyê Dirbêsiyê, ji mêj ve ew tajiyan xwedî dike, û bi buhayekê bilind difroşe welatên kendavê.
Mihemed Derbas dibêje: “Ez tajiyan xwedî dikim, 50 heb li cem min in, her 50 jî yên xelkê ne yên Îmaratiyan, em ji wan re dişînin. Bi zelalî li navçeyê, tajî gelek tên xwedîkirin û ev pîşe jî ji berê ve me ji kalkên xwe girtiye û niha em wan didin Îmaratiyan û Qeteriyan.”
Mihemed Derbas dibêje, “em tajiyan bi 2000 dolarî ta 2,500 dolarî difiroşin û heta 3000an jî, kîjan tajiyê xweşik em bibînin li navçeyê, em ji wan re dişînin.”
Li Sûriyê ji bilî bandora şer, herwiha bandoreke mezin a coronayê jî li ser aboriyê çêbûye, ku Rojavayê Kurdistanê ji wê rewşê bêbeş nîne.
Mihemed Derbas amaje bi wê yekê dike, ku belavbûna vîrusa Coronayê derbeke mezin li karê wan daye, ji ber ku rêyên veguhastin û şandina tajiyan bo derve hatine girtin û ew 8-9 meh dibe ku rewş wisa ye.
Ji ber şerê li dijî DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê û piştre bi sedema êrişên Tirkiyê li ser Serê Kaniyê û Girê Sipê, gelek rêyên serekî ku Rojavayê Kurdistanê bi Şam û Helebê ve girê didin, hatin girtin û vê yekê bandorek li ser kar û bazirganiyê li Rojavayê Kurdistanê kir.
Ekrem Mesûd yek ji welatiyên din ê navçeyê ku tajiyan xwedî dike, amaje bi wê yekê dike, ku şerê DAIŞ û êrîşa Tirkiyê bo ser Girê Spî û Serê Kaniyê kar û bazirganiya wan a tajiyan gelek lawaz kiriye.
Ekrem Mesûd dibêje: “DAIŞ çê bû, ew rê hemû hatin girtin, rê girtin, rêyên navdewletî gişt hatin girtin. Serê Kaniyê Tirkiyê lêxist, Serê Kaniyê û Til Ebyez (Girê Spî), berê bazirganî di navbera me û Serê Kaniyê û Til Ebyez de hebû. Ew Tirkiyê gişt girtin. Berê me zû û rasteradt dişandin, em diçûn Şamê û tajî dişandin. Jiyan jî zehmet bûye, 2000 ta 3000 dolaran jî bidî, vala ye.”
Niha ji ber rewşa emnî û qutbûna rêyan, bazirganên kendavê naçin Rojavayê Kurdisanê ku berê pêşbirkên fermî dihatin kirin û têde bi sedan tajî beşdar dibûn û tajiyê herî zîrek û bilez bi nirxekî gelekî giran dihate firotin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse