Hewlêr (Rûdaw) - Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ji zindana Kirmaşanê bo zindana bajarê Yezd ê li naverasta Îranê hat veguhastin ku ev cara çarem e ew girtiya Kurd tê veguhastin û dûrxistin.
Tora Mafên Mirov a Kurdistanê li ser zimanê çavkaniyek agahdar belav kirine, Zeyneb Celaliyan roja Sêşemê di peywendiyeke telefonî ya 2 xulekî de, malbata xwe agahdar kiriye ku ji bo zindana bajarê Yezd hatiye veguhastin û bi dirêjiya rê jî ji aliyê hêzên emnî ve li wê hatiye xistin û sivkatî pê hatiye kirin.
Roja Duşemê li zindana Dêzlabad a Kirmaşanê ji Celaliyan re hatibû gotin ku ew dê bo zindana li bajarê Urmiyê bê veguhastin.
Rêveberê Tora Mafên Mirov a Kurdistanê Fatime Kerîmî dibêje, “Di heyama 6 mehên derbasbûyî de, ev cara çarem e Zeyneb Celaliyan tê dûrxistin ku di demekê de ew bi dûrxistinê nehatiye cezakirin.”
Zeyneb Celaliyan sala 1982an li bajarê Mako li parêzgeha Urmiyê ji dayîk bûye û zivistana sala 2008an li Kirmaşanê hat desteserkirin.
Ew jina Kurd bi tohmeta “endamtiya PJAKê û hewldana li dijî asayişa niştimanî û şerê li dijî Xwedê” cezayê darvekirinê lê hat birîn, lê dadgehê di encama pêdaçûna bi keysa wê de cezayê wê wek zindanîkirina heta hetayê guhert û piştî wê bo zindana Xoyê hat veguhastin.
Lêbelê ew destpêka havînê bo zindana bajarê Kirmanê hat veguhastin û piştî 2 mehan dîsan hat veguhastin bo zindana Kirmaşanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse