STENBOL - Kê birayên şampiyon ên Êlihî kuştin?

12-11-2023
RÛDAW
Nîşan Bayram Dîrîl Bîlal Dîrîl Bariş Boyun
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdiakirin ku birayên şampîyon ji ber ku teklîfa mafyayê ya ku dixwest wan wekî "sûîqestkerê motosîkletê" bi kar bîne qebûl nekirine hatine kuştin.

Şampiyonên motorsîkletê Bayram Dîrîl û birayê wî Bîlal Dîrîl di nav 7 mehan de di encama sûîqestan de li Stenbolê hatin kuştin.

Bayram Dîrîlê 28 salî şeva 13ê Çiriya Paşîna 2022yan li navçeya Kagithaneyê ya Stenbolê di otomobîla xwe de rastî êrişeke çekdarî ya du kesên bi motorsîklet hat.

Dîrîl di êrişê de bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Bayram Dîrîl di pêşbirkên ku ji aliyê Federasyona Motorsîkletan a Tirkiyeyê ve tên lidarxistin de gelek xelat wergirtibûn.

Xwişka wî Gulhan Dîrîl wê demê ji ajansa nûçeyan a DHAyê gotibû “Mafya pey birayê min ketibû.

Ji ber ku her tim di pêşbirkan de dibûn yekem, dema sûcek dikirin, ji birayên min alîkarî dixwestin ku wan rizgar bikin.

Dema ku wan (mafyayê) kesek dikuşt, dixwestin ku zû ji cihê bûyerê bên dûrxistin ji ber ku ew (birayên wê) pêşbaz bûn.”

Piştî 7 mehan birayê din jî hat kuştin

Heft mehan piştî kuştina Bayram Dîrîl, 4ê Tîrmeha 2023yan li navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê dema Bîlal Dîrîl di otomobîla xwe de bû di êrişeke çekdarî de canê xwe ji dest da.

Di lêpirsînê de derket holê ku Bîlal Dîrîl ji aliyê Murat U. yê bi nasnavê “Daltonê bi Fistatan” ve hatiye kuştin.

Hate tespîtkirin ku Murat U. endamê rêxistina sûcê ye û serokê wê rêxistinê jî Bariş Boyun e.

Gumanbar di 18ê Tîrmehê de li Taxa Guvercintepeyê ya Başakşehîrê ya Stenbolê di malekê de hatibû girtin.

Di 26ê Tîrmehê de 12 kesên din ên ku hatin tespîtkirin ku eleqeya wan bi kuştina Bîlal Dîrîl re heye hatin desteserkirin.

“Tiştê ku ez dê behs bikim ne fîlm e rastî ye”

Rojnameger Rojda Altintaşê bûyera kuştina birayên Dîrîl careke din anî rojevê û sedema ku çima mafyayê birayên şampiyon kirine hedef nivîsand.

Altintaşê li ser hesabê xwe yê tora civakî ev nivîs parve kir:

"Tiştê ku ez dê behs bikim ne fîlm e rastî ye. Bayram Dîrîl xortekî 28 salî bû.

Di pêşbirkên 'Şampiyoniya Pîstê' ya ku ji aliyê TMFyê ve tê organîzekirin de xelat wergirt.

Sala par 13 Çiriya Paşînê saet derdora 23:45an li Kolana Îmrahorê di otomobîla xwe ya bi plaqeya 34 DJF 149 de bû.

Lambaya sor pê ket rawestiya. Di vê navberê de du kesên li ser motorsîkletê yên bi maske gule li otomobîlê reşandin.

Dîrîl bi giranî birîdar bû û nehat rizgarkirin. Ez bi Gulhan Dîrîla xwişka wî re axivîm. Wê gotibû `mafya museletî birayê min bû.`

Nûçeya min bi vê sernavê di rojnameyan de cih girt."

“Armanc werzişvanên şampiyon wekî sûîqestkerê motorsîkletan bi kar bînin”

Li gorî îdiayan armanc werzişvanên ku bûne şampiyon wekî sûîqestkerên bi motorsîklet bi kar bînin.

Yên ku qebûl nekin an tevlî wan bûbin û nikarin xwe ji wan rizgar bikin dawiya wan dibû wekî ya Bayram Dîrîl.

Bûyer wisa bi dawî nebû. Xwişka wê ya mezin Gulhan Dîrîl, bi fikar bû ku birayê wê yê din ê sax Bîlal Diril jî bê kuştin ji ber ku Bîlal jî şampiyonê motorsîkletê bû.

Piştî 7 mehan 4ê Hezîrana 2023yan li Taxa Zaferê ya Bahçelîevlerê saet derdora 02:00yan du otomobîl li pey hev ji sûkekê derketin.

Cîpa ku li pêş diçû li serê sûkê sekinî. Cîpeke din a spî ya ku li pey dihat nêzikî otomobîla rawestiyayî bû û bi çekên lûledirêj gule li otomobîlê reşandin.

Bîlal Dîrîlê ku bû hedefa guleyan li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Di lêkolîna polîsan de hat tespîtkirin ku kesê Bîlal Dîrîl kuştiye endamê çeteya Bariş Boyun û Murat U. yê bi nasnavê `Daltonê bi Fîstan` e.

Malbatê Stenbol terk kir

Çeteya Daltonan bi êrişên xwe yên bi motorsîkletan bi nav û deng e.

Malbat jî li ser vê yeke Stenbolê terikand û vegeriya welatê xwe.

Niha jî gef li birayên wan ên mezin tên xwarin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst