Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê PENa Kurd Omer Fîdan ragihand ku polîtîkayên dewletê yên li ser zimanê Kurdî "heqareteke mezin" in û Kurd perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin, ne dersên vebijêrkî.
Zarokên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanên yên polên 5,6,7 û 8an dikarin heta 20ê vê mehê dersên Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî) hilbijêrin.
Divê were gotin ku ev ders ji hefteyê tenê 2 demjimêr in.
Dema hilbijartina dersan berdewam dike lê li gorî agahiyên ku ji qadê tên bi gelek awayan rê li ber hilbijartina van dersan tê girtin û hejmara mamosteyên Kurdî gelekî kêm e.
Birêvebirê PENa Kurd Omer Fîdan bû mêhvanê Bultena Bakur a Rûdawê pirsên Hêvîdar Zanayê yên li ser mijarê bersivandin.
Omer Fîdan li ser polîtîkayên li hemberî zimanê Kurdî got, “Kurdî tê krîmînalîzekirin û terorîzekirin, ev jî dike ku Kurd ji zimanê xwe dûr bikevin.”
Omer Fîdan polîtîkaya dersên vebijêrkî yên Kurdî rexne kirin û diyar kir ku ev ne çareserî ye.
“Ev neheqî û heqareteke mezin e”
Fîdan da zanîn ku sepandina dersên vebijêrkî piştî gelek salan ji perwerdeya bi Tirkî ne tiştekî ku bê qebûlkirin e û got:
“Piştî ku Kurd bi zimanekî din mezin dibin û dibin 11-12 salî, dibêjin du saetan bi Kurdî bixwînin. Ev neheqî û heqareteke mezin e.”
Fîdan destnîşan kir ku Kurd qebûl nakin zimanê xwe wekî zimanekî biyanî bipejirînin û daxwaza wan a sereke perwerdeya tam a bi zimanê dayîkê ye.
“Kurdî tê krîmînalîzekirin û terorîzekirin”
Birêvebirê PENa Kurd her wiha bal kişand ser zextên civakî û siyasî yên li ser zimanê Kurdî û wiha anî zimên:
“Kurdî tê krîmînalîzekirin, mirov ji ber Kurdî tên lînckirin û kuştin. Kurdî tê terorîzekirin û ev dike ku Kurd ji zimanê xwe dûr bikevin.”
“Ev karê dewletê ye”
Omer Fîdan amaje pê kir ku her çend Kurd ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî gelek xebatan dikin û hewl didin jî, ev yek bi serê xwe têrê nake û got, “Mirov nikarin bi serê xwe vê bikin. Ev karê dewletê ye.”
Fîdan diyar kir ku li gorî rapirsiyan daxwazeke mezin ji bo perwerdeya bi Kurdî heye û statîstîkeke balkêş parve kir:
“Ji sedî 97-98ê Kurdan perwerdeya bi zimanê dayîka xwe dixwazin.”
Fîdan da zanîn ku bi hezaran Kurd serî li dersên Kurdî didin lê pirsgirêka nebûna mamosteyan heye û dibistan jî gelek caran berê zarokan didin dersên din û bi taybetî jî dersên dînî.
Daxwaza pêşdibistanên Kurdî
Omer Fîdan daxwazeke girîng a Kurdan anî ziman û got ku ew ji şaredariyan dixwazin pêşdibistanên bi Kurdî vekin.
Wî behsa pirsgirêka zarokan kir ku li malê bi Kurdî diaxivin lê dema diçin dibistanê zimanê wan ji neçarî dibe Tirkî.
Fîdan nêrîna dewletê ya ku dibêje, "Kurdî serbest e lê Kurd naaxivin" red kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
“Ev pirsgirêkeke gelekî mezin e. Kurdî îro jî ne serbest e, bi her awayî êrişî Kurdî dikin. Kurdî bi her awayî hatiye kêmkirin û ne hêsan e ku bi carekê re zindî bibe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse