Li Sêrtê agir bi zeviyeke genim ket: 65 donim şewitî

13-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê,  agir bi zeviya çandiniyê ket û 65 donim genim şewitî.

Li gor agahiyan, roja 12ê Hezîranê 2023ê di demjimêrên êvarî de, li gundê Bîrhurik ya Sêrtê ji ber sedemek nayê zanîn agir bi zeviya genim ya cotkarê bi navê Mehmet Alî Çelîkbaş ketiye.

Li ser agahdarkirinê tîmên Berevaniya Şaristaniyê ya Sêrtê bo cihê bûyerê hatin şandin. Gundiyan jî bi traktorê û otomobîlên kar hewl dan agir vemirînin.

Piştî 2 demjimêran agir hat vemirandin. Di encama wî agirî de zeviyek 65 donim genim şewitî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst