Li Silêmaniyê asayîşê bi ser kanala Lahur Şêx Cengî de girt

13-07-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehan Silêmaniyê hêzên asayîşê bi ser kanala iPLUS a Lahûr Şêx Cengî de girtin û beşek ji alavên rojnamevanan hatin şikandin û hemû karmend bo malên xwe hatin şandin.

Çavkaniyekî ji kanala iPlus ku nexwest navê wî were eşkerekirin ji Rûdawê re ragihand ku hêzên asayişê  bi ser kanalê de girtin û hin xebatkarên wê jî hatin desteserkirin û got: “Hêzên ewlehiyê êrîşî kanala iPlUS kirin û hin alavên wê şikandin, ziyan dan avahiyê.”

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku hêzên asayişê hin alavên wan bi xwe re birin û dest danîn ser hin çente û amûrê wke kompîturê û deriyên gelek odeyan şikandin. 

Peyamnêrê Rûdawê li Silêmanî jî piştrast kir ku hêzên asyişê îro danê êvarê avêtin ser avahiya iPLUS TVê.

Têkildarî mijarê berpirsekî pilebilind ê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji Rûdawê re got ku hêzên ewlekariyê yên ku avêtin ser kanalê, girêdayî Hêza Sekreteriya Giştî ya Partiyê ne.

Çavkaniyê got, “Ev kanala televîzyonê milkê YNKê ye. Ew ne kanaleke taybet e. Her saziyek bi perê YNK vebûye milkê partiyê ye.”

Navenda iPLUS TV ya girêdayî Lahûr Şêx Cengî li Silêmaniyê ye û biryar bû di demek nêzîk de dest bi weşanê bike.

Di navbera hevserokên YNKê Bafil Talebanî û Lahur Cêx Cengî de, ji ber guhertina rêveberên Dezgeha Zanyarî û Dije Teror krîzek derketiye. Balkêş e ku serdegirtin piştî vê krîzê tê.

Hevserokên YNKê Bafil Talebani û Lahur Cêx Cengî şevê din civînek li dar xistin.

Li gorî agahiyên bi dest ketine di civîna şeva borî de Bafil Talebanî ji Lahur Şêx Cengî xwestiye ku di nava 10 rojan de hemû malper, rûpel û kanalên girêdayî wî ji bo YNKê bên vegerandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst