Hewlêr (Rûdaw) – Koma Civakên Kurdistanê (KCK) got, "Pêvajoya nû ya ku bi Rêber Apo bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin, xwe dispêre mîrat û xebat berxwedanê ya 14ê Tîrmehê ku gelê me ji tunebûnê rizgar kir û hişmendî û îradeya azadiyê da me."
Hevserokatiya Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) têkildarî salvegera 43emîn a 14ê Tîrmehê daxuyaniyek weşand.
KCKyê Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi bîr anîn û got:
"Di demekê de ku bi Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk têkoşîna me derbasî nava serdemeke dîrokî ya nû bûye, em dikevin salvegera 43emîn a Berxwedana 14ê Tîrmehê ya dîrokî ku wekî Roja Rûmetê ya Neteweyî pêşwazî dikin.
Em şehîdên nemir ên vê berxwedana dîrokî ya mezin hevrê Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi hurmet, hezkirin û minetdariyeke mezin bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li be bîranîna wan a hêja ditewînin.
Em di şexsê wan de şehîdên şoreşê û demokrasiyê hemûyan careke din bi bîr tînin. Dilsoziya xwe ya bi şehîdan re û soza ku me dane şehîdan careke din ducare dikin.
Têkoşîna me ya azadiyê ya Apoyî ku li ser bingeha xeta berxwedanê ay 14ê Tîrmehê pêşketinên dîrokî yên mezin afirand, bê guman ji niha û pê ve jî wê li ser bingeha ruh, rêbaz û feraseta vê xetê pêşketinên dîrokî yên nû biafirîne, gelê me bigihîne azadiyê ku hesreta xwe ya dîrokî ye.
Pêvajoya nû ya ku bi Rêber Apo bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin, xwe dispêre mîrate û xebat berxwedanê ya 14ê Tîrmehê ku gelê me ji tunebûnê rizgar kir û hişmendî û îradeya azadiyê da me.
Ruh, biryardarî û rêbaza têkoşînê ya vê xetê ji xwe re dike esas. Ji ber vê yekê ji her demê bêhtir divê em îro li ser Berxwedana 14ê Tîrmehê bisekinin û vê bûyera dîrokî bi kûrahî fêhm bikin.
Rêber Apo di banga xwe ya 19ê Hezîrana 2025an de Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk bi şêweyê bicihkirina li şûna manîfestoya Rêya Şoreşa Kurdistanê pênase kir ku manîfestoya me ya destpêkê ye.
Berxwedana 14ê Tîrmehê ya dîrokî li ser bingeha pîvana parastina hebûnê ya li dijî îmha, înkarê, berxwedana li dijî qirkirin û mêtingeriyê pêk hat ku di manîfesteya Rêya Şoreşa Kurdistanê de ji aliyê Rêber Apo ve hate destnîşankirin.
Vê xeta têkoşînê înkara ku li ser gelê Kurd dihate ferzkirin şikand û hebûna gelê me ji nû ve afirand.
Têkoşîna me ya azadiyê li ser vê mîrata dîrokî îro li ber afirandina bipêşketinên dîrokî yên nû ye.
Bê guman têkoşîna me ya azadiyê ku li ser bingeha mîrat û xeta Berxwedana 14ê Tîrmehê ya dîrokî bi pêş ket, dê bi azadkirina gelê Kurd û bi perspektîva neteweya demokratîk, sosyalîzma demokratîk û komunalîzma demokratîk hêzeke mezin tevlî têkoşînên piştevanî, wekhevî, azadiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bike û bi vî rengî rola dîrokî ya ku jê tê hêvîkirin bi cih bîne.
Li ser vê bingehê di şexsê şehîdên 14ê Tîrmehê ya dîrokî hevrê Kemal, Hayrî, Akîf û Alî de em hemû şehîdên şoreşê û demokrasiyê careke din bi hurmet bi bîr tînin.
Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku li her derê şehîdên 14ê Tîrmehê ya dîrokî bi bîr bînin, têkoşîna wan a dîrokî fêhm bikin û li ser vê bingehê xwe bi rêxistin bikin, têkoşîna dema nû bi pêş ve bibin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse