DEM Partî, HUDA PAR û Rêya Nû li ser komîsyonê çi dibêjin?

27-07-2025
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan Pêvajo DEM Partî HUDA PAR Rêya Nû
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Pêvajoya çareseriyê di nava nîqaş û xebatên komîsyonê de berdewam dike.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ji partiyên siyasî xwest ku heta 31ê vê mehê navên endamên xwe yên ji bo komisyonê diyar bikin.

Heta niha MHP û DEM Partiyê navên endamên xwe diyar kirine lê ÎYÎ Partî û Partiya Demokrat beşdar nabin.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, bi nameyekê bi fermî daxwaz ji partiyên siyasî kir ku ji bo avakirina komîsyona çareseriyê, heta 31ê vê mehê navên endamên xwe diyar bikin.

Di komisyonê de dê AK Partî 21, CHP 10, DEM Partî û MHP jî dê 4 endaman diyar bikin.

“Komîsyon gaveke destpêkê ye”

Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîzê avakirina komisyonê wekî gaveke erênî nirxand û got:

"Em îro dikarin bibêjin eger bixwazin pirsgirêka Kurdan bi zagon û rêbazên yasayî çareser bikin, cihê wê meclis e.

Avakirina komisyonê jî vê niyetê nîşan dide û ji bo ku mafên Kurdan di zagonê de cih bigirin, gaveke destpêkê ye."

Ji bilî partiyên mezin, ÎYÎ Partî û Rêya Nû mafê 3 endaman, HUDA-PAR, Yenîden Refah, Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Kedê, Partiya Çep a Demokratîk û Partiya Demokrat jî mafê endamekî bi dest xistiye.

Ji bilî ÎYÎ Partî û Partiya Demokrat hemû aliyên din ragihandiye ku dê beşdarî komisyonê bibin.

“Em dê endamê xwe bidin komîsyonê”

Parlamenterê Partiya Saadetê Cafer Guneş diyar kir ku ew jî dê wekî beşek ji Koma Rêya Nû endamê xwe diyar bikin û got:

"Hûn dizanin em wekî Saadetê beşek in ji Koma Rêya Nû, em dê endamê xwe bidin komîsyonê.

Ji bo ku xebatên komîsyonê erênî bimeşin, çi ji destê me tê em dê bikin. Em hêvî dikin ku ev pêvajoya heyî ji bo welatê me û ji bo herêma me li ser xêrê be."

“Em kêfxweş in ku pêvajo gehiştiye vê qonaxê”

Parlamenterê Partiya Paşerojê Ayhan Sefer Ustun jî kêfxweşiya xwe anî ziman û got:

"Me derbarê vê pêvajoyê di serî de digot zemîna gotûbêjan meclis e.

Hinek daxwaz û dilgiraniyên me hebûn, em dikarin bibêjin ku ew hatine çareserkirin. Em kêfxweş in ku pêvajo gehiştiye vê qonaxê."

Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) jî ku gelek caran behsa mijara Kurdan dike, dixwaze ku komisyon hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê di çarçoveyeke berfireh de gotûbêj bike.

“Em hêvî dikin ku êdî hemû pirsgirêk bên axaftin”

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA-PARê Huseyîn Îmîr wiha axivî:

"Ji bo komîsyona ku dê di bin serokatiya Serokê Parlamentoyê de bê avakirin, bi nameyekê endamek jî hatiye xwestin.

Em dê nirxandinê bikin û em dê endamekî bidin vê komisyonê.

Em hêvî dikin ku êdî hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê di atmosfereke aram û bêyî tundî de bên axaftin."

Li gorî agahiyan, piştî ku partiyên siyasî navên endamên xwe radestî serokatiya parlamentoyê bikin, dê komisyon bi awayekî fermî were damezirandin û dest bi karê xwe bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst