Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa SOMOyê ragihand ku heta îro petrola Herêma Kurdistanê radestî wan nehatiye kirin lê eger radestî wan were kirin, ew ji bo firotinê amade ne.
Wezareta Petrolê ya Îraqê jî behsa nêzîkbûna rêkeftineke dawî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.
Birêvebirê Giştî yê Şirketa Firotina Petrolê ya Îraqê (SOMO) Elî Nizar Fayiq ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Em tenê aliyê firoşkar in. Hemû rêkar û amadekariyên pêwîst ên ji bo wergirtin û firotina petrola Herêma Kurdistanê hatine temamkirin lê heta niha petrol ji bo firotinê radestî me nehatiye kirin.”
Elî Nizar li ser hinartina petrolê ya bi rêya boriya Tirkiyeyê got:
“Em niha li ser wan pêşniyarên ku Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo rêkeftineke nû şandine dixebitin.
Mijar ne tenê bi petrolê ve girêdayî ye û gelek wezaretên din jî bi wê rêkeftinê ve girêdayî ne ku divê ew jî nêrînên xwe li ser wê bibêjin lê bê guman em dê berî bidawîhatina dema wê bigihêjin rêkeftinê.”
Birêvebirê Giştî yê SOMOyê derbarê firotina petrola Kerkûkê anî ziman:
“Mehane beşek ji petrola Kerkûkê ji bo Urdinê tê hinartin û petrola qada Geyareyê ya li Nînowayê jî bi rêya benderên başûr wekî petrola Besrayê tê hinartin.”
Elî Nizar li ser dahata petrolê jî da zanîn:
“Em dahata petrolê rasterast ji wan kompanya û aliyên ku ji me dikirin werdigirin û ti derengketin di wergirtina dahatê de nînin.”
Her wiha çavkaniyeke pilebilind ji Wezareta Petrolê ya Îraqê ji Rûdawê re got:
“Heta îro ti biryarên girîng li ser pirsgirêka petrola Herêma Kurdistanê nehatine dayîn lê di demeke nêzîk de rêkeftina dawî dê were kirin û hinardekirin dê ducare dest pê bike.”
Heman çavkaniyê ragihand, “Di rewşa hinardekirinê de, petrola Herêma Kurdistanê dê tenê bi rêya kompanyaya SOMOyê were firotin.”
Li gorî biryara Encûmena Wezîran a Îraqê ya taybet bi rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de, pêwîst e 230 hezar bermîl petrol ji bo hinardekirinê radestî Kompanyaya Firotina Petrolê ya Îraqê (SOMO) were kirin û 50 hezar bermîlên din jî ji bo navxwe ya Herêma Kurdistanê bên terxankirin.
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî 6ê Tebaxê li Kerkûkê ji nûçegihanê Rûdawê re gotibû:
“Hilberîna li qadên Herêma Kurdistanê rojane nêzîkî 130 hezar bermîl e, 50 hezar bermîl petrol ji bo bikaranîna rojane ye.
Me li gel birayên xwe yên li Herêma Kurdistanê li hev kiriye ku em 80 hezar bermîlên din wergirin û bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hinarde bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse