Hewlêr (Rûdaw) - Îraqê meha borî zêdetirî 107 milyon bermîlan petrol hinart ku 6,4 milyon bermîlên wê ji Herêma Kurdistanê bûn
Li gorî meha berê, hinardeya petrola Îraqê kêm bûye û ya Herêma Kurdistanê zêde bûye.
Li gorî amareke Şirketa Bazirganiya Petrolê ya Îraqê (SOMO) ku gihîştiye destê Rûdawê, Îraqê meha Kanûna Paşîn a borî 107 milyon û 616 hezar û 221 bermîl petrol hinartiye.
Hinardeya bi rêya Besra û Ceyhanê
Bermîlên ku bi rêya Bendera Besrayê hatine hinartin, 101 milyon û 160 hezar û 350 bermîl in.
Petrola Herêma Kurdistanê ku bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hatiye hinartin, gihiştiye 6 milyon û 455 hezar û 871 bermîlan.
Hinardeya rojane ya petrola Îraqê ya bi rêya Bendera Besrayê gihiştiye 3,3 milyon bermîlan, hinardeya rojane ya petrola Herêma Kurdistanê jî 208,3 hezar bermîl bûye.
Li gorî meha Kanûna Pêşîn a 2025an, hinardeya petrola Îraqê di Kanûna Paşîn a îsal de 34 milyon û 840 hezar bermîlan kêm bûye lê hinardeya petrola Herêma Kurdistanê 458 hezar û 344 bermîlan zêde bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse