Nasnameyên 2 gerîlayan hatin eşkerekirin

13-09-2025
RÛDAW
Nîşan Gerîla Nasname HPG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 2 gerîlayên Êzidî eşkere kirin ku li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê diyar kir ku gerîlayên bi nasnavên Derwêş Arjîn  û Dijwar Gulo li herêma Gareyê ya Başûrê Kurdistanê ca dest daye.

Li gorî daxuyaniyê her du gerîlayan 14ê Çiripa Pêşîn a 2019an canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameyên her du gerîlayan wiha ne:

Dijwar Gulo: Navê wî yê fermî  Bariş Eren e û ew ji Bedlîsê ye û 14ê Çiriya Pêşîn a 2019an li herêma Garayê canê xwe ji dest daye.

Derwêş Arjîn: Navê wî yê fermî Sezer Şagban e û xelkê Bedlîsê ye û 14ê Çiriya Pêşîn a 2019an li herêma Garayê canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst