Li Kirmaşanê xelkê dest bi berhevkirina zeytûnan kir

13-09-2025
RÛDAW
Nîşan Kirmaşan Zeytûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Çandiniyê yê Kirmaşanê da zanîn, ew pêşbînî dikin ku îsal berhema wan a zeytûnan zêdetirî 6 hezar tonî be.

Birêvebirê Çandiniyê yê Kirmaşanê Seîd Keremî ragihand ku nêzîkî du hefteyan e demsala berhevkirina zeytûnan li parêzgeha Kirmaşanê dest pê kiriye û dê heta dawiya payîzê berdewam bike.

Birêvebirê Çandiniyê yê Parêzgeha Kirmaşanê Seîd Keremî got:

"Li parêzgehê nêzîkî hezar hektar erdê zeytûnan heye.

Berhema îsal a wan baxan jî bi 6 hezar tonî tê texmînkirin."

Seîd Keremî her wiha anî ziman:

"Piraniya zeytûnên parêzgehê li Dalaho, Serpêlî Zehaw, Selasî Bawecanî, Ciwanro, Qesrî Şîrîn, Gêlan û Paweyê ne."

Keremî diyar kir ku nêzîkî nîvê berhema zeytûnan a parêzgehê ji bo xwarinê ye û nîvê din jî ji bo çêkirina rûn tê bikaranîn.

Li gorî gotina Keremî, Parêzgeha Kirmaşanê di warê zeytûnan de li ser asta Îranê di rêza heştemîn de û di warê berhema zeytûnan de jî di rêza heftemîn de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst